Roja sêşem 09.06.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Brett Mcgurk Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka û şandekî dîplomasî û serbazî yê Amerîka kir.Li hevdîtinê de behsa encamên serdana Serok Barzanî û şanda li gel ya Amerîka kirin û tekez li ser berdewamî û berfirehtir kirina peywendiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê kirin.Her wiha rewşa meydaniya bereyên şerê terorîstan li parêzgeha Enbar û navçeyên dinê Iraqê û rêyên şikestpêanîna terorîstên Da’îşê kirin.Li beşekî dinê vê kombûnê da guhertinên dawî û pêşhatên siyasiyên navçeyê û her wiha çawayiya rûbirûbûna terorîstên Da’îş li Sûriye xistin ber behs û guftûgoyan.Her li vê hevdîtinê de şanda mîhvan tekez li ser berdewamiya yarmetîdan û hevkarîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Amerîka bi mînak û serkeftî wesif kirin.  

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: