Nivîsar

Rojhilata Navîn berev kû ve?

Rojhilata Bavîn, ew cografya ye ku bêhtiriya demên xwe ji bo meydana şerên dewletên zilhêz û welatên di nav vê cografya yê da, her ji destpêka peydabûna şaristanî û dirustkirina împaratoriyan ev cografya bûye meydana xwîn rêhtinê û her aliyekî xwestiye kontrolê li ser bike û bibê xwedî û behra bêhtir deverên di nav vê cografya yê da bi berdewamî hatine kontrolkirin û desthilatdarên wê hatîne guherîn. Helbet ev gûherîn xwînavî bûye û bûne sedema kuştina dehan hezar kesan û wêrankirina bajaran.

Dû serdemên girîng di dîroka Rojhilata Navîn da hebûye ku tixûb û sînor hatine diyar kirin û ya yekê şerê Çaldîran li sala 1514 di navbera Sefewî û Osmaniyan da hatiye kirin û sînor hatine gûhertin û yê dûyê şerê cîhaniyê yekê û paşê bi hevpeymanên Sever û Lozan sînorên Rojhilata Navîn ji aliyê welatên zilhêz ve hatine kêşan û diyar kirin. Helbet mezintirîn ziyan di van her dû serdeman da bi Kurdan ketiye. Piştî nemana Yekîtiya Sovyetan, Wîlayetên Yekgirtiya Amerîka karî heta radeyekê ber bi çav kontrolê li ser Rojhilata Bavîn bike û heta niha jî heman rola xwe dibîne. Bi hilweşandina rejîma Be’es li Iraqê li sala 2003 û ji navbirina grûpa Talîban li Afxanîstanê piştî êrîşên teroriyên 11ê Eylûlê êdî Rojhilata Navîn bû meydana şerê raste rast. Bi destpêkirina bihara Erebî li Bakûrê Efrîqa û paşê jî wekî zîncîrek gihîşt Rojhilata Navîn welatên Erebî ketin bin bandora welatên zilhêz û êdî raste rast hevpeyman bi serkirdayetiya Amerîka hebûna xwe li Rojhilata Navîn diyar dikin û çi gefên raste rast li ser nînin.

Rojhilata Navîn dewlemende çi ji aliyê cografî ve bê û çi ji aliyê jêderên kanzayî ve bê, wekî petrol û gaz û maddeyên din. Eve jî helbet cihê temahiya zilhêzane û bi hêsanî xwe jê dûr nakin. Dumahîk aloziyên di navbera Komara Îslamiya Îran û Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka bûye egera aloziya rewşa Rojhilata Bavîn ku ev alozî ne nû ye. Hilweşandina Hikumeta Dr Musdeqî bi piştevaniya Amerîka û dagîrkirina Balyozxaneya Amerîka li Tehranê paşbendên vê girjiyê ne. Her wisa mezhebê Îranê yê resmî ku şîiyetiye û dijayetiyek kevin li gel deverên din yên Ereb û Sunnî hene xaleka din ya hebûna nakokiyane. Her wiha Rojhilata Navîn ketiye rewşeka cudatir ji berî niha û guhertinên metirsîdar bin yan ne, dê encamên yekalîker hebin di paşarojê da. Dûr nîne bo cara sêyê sînorên Rojhilata Navîn bêne gûherîn.

Şeyma Mistefa

Back to top button