Cîhan

Nîjadperestên Tirk daxwaza derxistina Sûriyan dikin

Li yek hefteyê da, 7 serbazên Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hatin kuştin û beşekî zêdeyê nivîskar û nîjadperestên Tirkiyê jî dijî hebûna koçberên Sûriyê ne li Tirkiye û dibêjin ew li Tirkiyê zarokan tînin dinyayê, lê belê serbazên Tirk li Sûriye têne kuştin û zarokên Tirk bê dayik û bav dimînin.

Receb Teyîb Erdogan Serok Komarê Tirkiye li hevpeyvîneke televizyonî da eşkere kir ku li 8 salan da li tevahiya Tirkiyê da 516 hezar zarokên Sûrî ji dayik bûne, lê belê navenda lêkolîna koçkirinê li Tirkiye balkişandiye ser wê yekê ku li 8 salan da zêdetirê yek milyon zarokên Sûrî hatine dinyayê.

Rojnameyên Tirkî belav kirine ku li rojek da bi awayeke giştî 395 zarokên Sûrî ji dayik dibin, eve jî metirsiyê ji bo paşaroja Tirkiye dirust dike.

Çend medyayekî Tirkiye jî belav kirina ku ji ber hebûna koçbereke zêdeyê Sûrî, nexweşxane li tu bajareke Tirkiye ber nakevê û wiha lêhatiye heta koçberên Sûrî hebê, cihê hemwelatiyên Tirkî li nexweşxaneyan nabe.

Nivîskareke Tirkiye jî li gotarek da belav kiriye ku şermeke mezine ji bo Tirkiye ku li yek hefteyê da 7 serbazên Tirkiye li Sûriye bê kuştin, ku li Tirkiyê jî rojane sedan zarokên Sûrî têne dinyayê û dayik û bavê wan bi tenîşta wan bê, lê belê zarokên Tirk bavê wan li Sûriye bê kûştin.

Xerapiya rewşa aboriya Tirkiye wiha kiriye, beşekî zêdeyê hemwelatiyên Tirkiye daxwaza vegerana koçberên Sûriyan bikin. Lê belê hikûmet tu planekî ji bo vegerana wan tûne. Wekî ku medyayên ser bi opozîsyonê behs dikin, hikûmeta AKP bi niyaze nasnameya Tirkî bi wan bide, ji ber ku koçberên Sûrî hemû ser bi AKP ne û eger nasnameya Tirkiye werbigrin, li hilbijartinan da AKP sûdmendê yekem dibê.

 

Back to top button