Civak

Çay li ser agirekî kiz!

Heşt neh sal berî niha û li boneyekî giştî ku heşamatek li xelk û medya jî amadebûn, Nêçîrvan Barzanî got: Belê gendelî heye!

Ez bawerim çaqmaxa hilpêkirina xetîreyê dijayetiya gendeliyê li Kurdistanê, ew axaftina Serokê wê demê yê Hikûmetê û Serokê niha yê Herêma Kurdistanê bû. Ji ber ku li piştî wî da, êdî dergehê axaftina li ser gendeliyê (wekî derdekê) hate kirin û dijayetiya gendeliyê jî (wekî araste) li nav hikûmetê bi xwe û her wiha li nav her dû partiyên desthilatdar (PDK û YNK) jî serî hilda. Belê serî hilda, ji ber ku berê qiyadeya her dû partiyan ku behsa gendeliyê li gel wan da dihate kirin, digotin haşa! lê di derbarê bi qaîdeyên xwe ve jî, kî diwêriya behsa gendeliyê li gel wan da bike, hildixişiyan!

Raste berî Nêçîrvan Barzanî wiha bibêje, medya hebûn ku axaftinê li ser gendeliyê dikirin, welê hat û hawar bû! opozîsyonek jî hebû dijayetiya gendeliyê kiribû diruşm. Lê belê ew jî propaganda bû, her ji bo wê yekê jî hîç ji wan hîç kesk nebû, bigre fewza û serî tevlîhev kirin bû!

Gendelî li Herêma Kurdistanê

Mixabin rewşa nebaş ya navxweyî dirust kir û xatir û xotirên partiyan jî stûr kirin. Her ji bo wê yekê dest ji bo birina wê jî, curet û werêkî dixwest. Wêrekiyek ku bingeha wê planek bê ji bo tewqdan, neku amrazek ji bo lêdan karek bê, bê şilejan, neku karvedanek ku ji bo rih biçî û simbêlê jî bêxî ser.

Êdî eger raperîn weçerxan bê û referandûm jî hengavê yekemê berev serbixweyî bê, ewe yasaya çaksaziya li Herêma Kurdistanê jî li kêmasiyên xwe ve bigre, yekem hengavê hukimdarên Herêma Kurdistane berev hukma Reşîd. Hukmek ku li şûna wê yekê ku bi polîs bê danîn, bi yasa kar ji bo binyadnana wê bê kirin. Yasayek ku kabîneyek rengrêjiya wê kir û wiha vê kabîneyê jî ji bilî li wê yekê ku serkêşiya wê kir wiha jî kar ji bo bi cîhkirina wê dike.

Dizanim hinek hene jê nerazîne, lê belê bila we sebir û hedarek hebê bila li ser xwe hêdî hêdî bigihe armancê.

Şîrwan Talib Moryasî

 

Back to top button