CîhanRojev

Rojeva Ewropayê de sizakirna Tirkiye heye!

Wezîrên derve yên Yekitiya Ewropa îro dicivin. Li gora agahdariyên ajansa Reuters die, dê civîna wezîrên derve de zeminê siza kirina Tirkiye bê gotubêj kirin. Roja pênçşemba pêşîya me civîna konseya serokên Yekitiya Ewropayê destpê dike û di vê konseyê de ihtimalek mezin siza kirina Tirkiye tê rojevê. Taybetî helwesta Tirkiya ya Libya û lepta wan a rojhilatê Behra Spî dibe sedemê sizakirinê. YE gelek cara di van herdu mijaran de bala Tirkiye kişandiye.

Fransa û Parlementoya Ewropayê ji bo Tirkiye bê sizakirin biryara xwe dane û dixwazin Konseya serokên Yekitiya Ewropa jî Tirkiye siza bikin. Lê Tirkiye berendamê Yekitiya Ewropayê ye û herweha endamê NATO ye. Ev yek ji bo sizakirinê wek astengek tê dîtin. Tirkiye jî dibê je ku; eger YE biryarek a sizakirinê bigre ,dê ev yek ji bo Tirkiye ne erênîbe.

Back to top button