PolîtîkRojev

Naveroka civîna PDK û tevgera Goran

Piştî civîna şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ligel Tevgera Gorranê li Silêmaniyê, Berdevkê PDKê di konferanseke rojnamevanî de naveroka civînê aşkere kir.

Di kongireyeka rojnamevanî de Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, kombûna navbera şandeya wan û Mekoya Sereke ya Gorranê dostane û erênî bû.

Herwiha got: Armanca şanda PDKê di serdanê de amadekarî ji bo civîneke sêalî ya di navbera PDK, YNK û Gorran de bû ku biryar e roja Sêşemê li Serokatiya Herêma Kurdistanê were lidarxistin, ji bo dîtina mîkanîzmekê bo çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê li gel Bexdayê. Herweha dîtina rêyekê ji bo çareserkirina arîşeyên darayî û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê.

Weha jî da xuyakirin, ji bo çareserkirina vê arêşeyê, divê hevkarî di navbera hemû alîyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de bê kirin.

Herwiha Berdevkê PDKê ragihand, piştî bi dawîhatina civîna sêalî di navbera PDK, YNK û Gorran de, pilaneke wan heye ku bi aliyên din ên Herêma Kurdistanê re kom bibin.

Back to top button