Helbestvanê Kurdperwer Seydayê Gurdilî…


                              Helbestvanê Kurdperwer Seydayê Gurdilî…

Sed cara mixabin ku, me ”Seydayê Gurdilî” roja Çarşemê(2020-12-02), nexwe helbestvanê Kurdperwer Mele Îmadedîn(Mele Amadettîn Yetiz) hinda kir. Seydayê Gurdilî çû ser dilovanîya xwe, em pir xemgîn in. Di warê tarîxa ji dayikbûna wî da hin gelemşe hebin jî, em dê rastîya wê, nivisa wî bi xwe bingeh bigirin, ku ew jî 1937 li gundê Elebocîya-Farqîn´ê ye. ”Seydayê Gurdilî” kurê Mele Hesen e. Ji eşîra ”Gurdila” ye, û malbata wî ji gundê Kiriva-Misirc(Qurtelan)-Sêrt´ê ye. Piştî girtina îcazê, li gundê Aquba-Bismil-Amed´ê qandî 20 sala meletî kiriye, û piştra li Wezareta Avadanî´yê ta kedpîrîtîya(1996-teqawud) xwe xebitiye. Bavê heşt kur û du keça bû.

Bi giranî peydarê Ehmedê Xanê û Seydayê Tîrêj bû. Yekem car(derdora salên 1950), di bin bandora helbestên Cîgerxwîn da pir dimîne, û evîna welatperwerî û helbestvanîyê wekî sotekî dikeve nava dilê wî. Wî, piştî 1958´a virda(bi tîpên Erebî), helbesta bi giranî li ser welat û evînê nivisandiye. Gelek helbestên wî jî, di sergirtina(cendirme) mala wî da, ji alî zarokên wî va, di tendûrê da hatine şewitandin. Mixabin, tu helbestekî wî nafilite. Loma jî carekî dinê, dest bi nivisandina helbesta di 1962´a da, dike. Helbesta wî ya herî yek ji navdara, ” Qehremanê Esra Bîstan Mistefa Barzanî” ye. Dîwanekî wî bi navê ”Banga yekîtî bo azadî” heye.

Di qada sîyasetê da; Di 1965´a da bûye damezirînerê PDKT´ê ya Batmanê. Nasîn û têkilîya wî bi Seîd Elçî(serokê PDKT´ê) ra hebû ku piştî bûyera kuştina Seîd Elçî diçe ba Mustefa Berzanî. Di sala 1992´a da jî damezirînerê PDK-Hevgirtin´ê bû.

Min navê Seyda bihîstibû. Ez bi xwe jî, li gundê Xincika-Bismil, di sala 1973-75 da mamhostetîyê dikir. Gundê Aquba nêz bû. Ji bû dîtin û gotûbêja Seyda, çend cara bi tevî hevalekî xwe ra em çûn ba wî. Em hergav ji pêşwazîya wî razî dibûn û bi dilgermî me jê xatira dixwest. Şîrove, nêrîn û ramanên wî pir şêrîn û xweş bû. Helbesta pir bi dillerzî, dilnazî û bi zarşerînî dixwend. Rûmetdar û rêzdar bû, xwe pir baş dida famkirin. Dilcan û rûgeş bû. Berya her tiştî jî Kurdperwer, Kurdîhezk, welatperwer û welatparêz bû, û li dijî birakujî û şer jî aşîtîyar û azadîxwaz bû.

Ez dixwazim ji helbesta wî ya ”Şeva Farqînê li Enqere”´yê, ji sedema dirêjbûna helbestê hin benda pêşkêş bikim.(ji Dîwana wî-2001);

Warê bav û bapîra bajarê Miyafarqîn

Cîhê egîd û şêra textê Merwanê zêrîn

………………………………………………………..

Ew pira Malabadê ew Badê kurê Dostik

Çêkir dewleta Merwan heta Mûsil û Zozik

………………………………………………………..

Ew kela Zembîlfroş ew çîrokeke pir xweş

Bahsa wî û Xatûnê derdê eşq û evînê

           Kela bilind ya mîra cihê egîd û şêra

           Ew ji nesla Merwan bûn belê îro hunda bûn 

Ew şikeftê Hesûnê çi xweş senger û çeper

Ew Albata pozbilind ji zêr girêda kemer

…………………………………………………………

Li kendalê alemê tu binêre her demê

Wekî rêya hevrîşim karwan têne heremê

          Çola Heşto ya Qurtê navdeştê zêwe terkê

          Dengê saz û tembûra xweş tê ji Tamtambûrkê

Ji bo vî bajarê ha du nav hene di peyva

Yek jê me go Farqîne êdî dibên Silîva

          Çi bajarê di nav wî hebin gelek şêrîn e

          Wek Amed Diyarbekir Stenbol Kostantîn e

Dexl û dan û hem zevî pembû û tûtina wî

Bi wana ew zengîn e aboriya xelkê wî

…………………………………………………………

Li du vê dîroka xwe hûn her dem bidomînin

Tac û textê Merwanî ji nû ve damezrînin

           Ev şeva we pîroz be tême çavê we hemya

           Bijî biratîya Kurd li her çar alê dinya

Her xweş û her ava be bajarê Miyafarqîn

Gel bi hev re bira be ji vêder ta Xaneqîn

           Nivîserê helbestê ew bi navê Gurdilî

           Bi nasnama Silîva ew jî weke we qeydilî

Bila cîhê wî bihuşta welat be, bi axa welat şad be. Serê me teva sax be.

Bi slavên germ.

Îlhamî Can

[email protected]

Nerîna min :