CivakRojev

Li Kercewsê Çi Diqewime?

Li gorî nûçeyên ku di ragehandinê de belav bûne, li gundê Xisarê yê ser bi Kercewsa Batmanê, keçikeka 15 salî ji ber zikêşîyê çûye nexweşxaneyê   lê derketîye holê ku ducanî ye. Piştî ku ev keçika gilî li Serdozgerîyê dike  û dibêje destdirêjî lê hatîye kirin, di derheqê vê bûyerê da lêpirsîn hate destpêkirin. Piştî ku  lêpirsînê hate berfirehkirin,  tê îdîakirin ku polîs, çawişên pispor û cerdevan jî tê da,navê 27 kesan tevlî lêpirsînê bûne, lê ev yek ji alîyê Serdozgerîyê va hate derewandin. Li gorî agahdarîyên ku belav bûne ji wan 27 kesan bes navê 11 kesan ketîye dosyayê.

Tê îdîa kirin ku, van polîs, leşker û cerdevanan, ne tenê bi vê keçika 15 salî, di heman demê da, bi awayekî sîstematîk tundîtîya  cinsî û tecawiz li 2 jinên ji heman gundî jî kirine û fuhûş li ser wan ferz kiriyne.

Dewleta Tirkîyeyê,  duhî çawa Mûsa Orhan serbest berda û ew bêceza hişt, îro jî li Kercewsê, biryara nepenîyê li ser dosyaya vê rûdana qirêj disepîne û dike ku tecawizkaran bê ceza bihêle.

Lê, em bi ezmûneyên xwe yên bi salan baş dizanin ku, hêzên ewlekarîyê yên Dewleta Tirkîyeyê , destdirêjî û tundûtûjîya li ser jinên kurd, weke amûreke şerê  qirêj bi kar tîne. Tecawiz, li Kurdistanê, li himberî jinên Kurd her dibe weke çekekê .

Polîs û leşker û hêzên ewlekrîyê  yên Dewleta Tirkîyeyê heta îro bi sedan caran êrîş û tûnd tûjî û tacîzên cinsî  û  ji mirovahîyê dûr anîne ser jinên Kurd, lê ji ber van kiryaran tu kes nehatine ceza kirin.Ev jî cesaretê dide hinekan ku li Kercewsê jî ev êrîş û tacîz dubare bibin.

Em weke Partîya Azadîya Kurdistanê, vê helwest û hişmendîya Dewleta Tirkîyeyê jî, van kiryarên hêzên emnî yên  vê dewletê jî teşhîr dikin û şermezar dikin.

Pirs ev in;

1- Gelo çima Serdozgerîyê, biryara nepenîyê bi ser vê dozê da sepand û dixwaze çi veşêre?

2- Gelo di derbarê vê rûdanê da çend bersûc hene, çend ji wan hêzên emnî  ne û gelo çend hebên wan hatine desteserkirin?

Em bangî rayagiştî ya Kurdistanê û Tirkîyeyê û  bangî derûdorên jinparêzan, Baroyên Parêzeran, rêxistinên mafê mirovan , hemû alîyên sîyasî yên Kurdistanê dikin ku vê dosyayê ji nêz va bişopînin  û em nehêlin ku tecawizkar dîsa bêceza bimînin û di nava  civatê da bi awayekî azad bigerin.

07.12.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button