Rojavayê Kurdistanê di çend salên derbazbûyî de pêşhatên lezgîn li xwe girtin. Li destpêkê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku baskê Partiya Karkerên Kurdistanê ye li Rojavayê Kurdistanê, peyva Kurdistan avêt û navê wê kirin “Rojava”. Paşî navê Rojava jî guhertin û kirin Bakûrê Sûriyayê! Ji xwe ji di bingeha xwe de baweriya PKK`ê bi Rojava Kurdiatanê nîne û dibêje ku Kurdên vê beşê jî bi koçberî hatine vir!Ji aliyekî din bilindkirina hemû alan tevî ala dewleta Sûrî jî rewa dibînin jibilî ala Kurdistanê. Herwiha hebûna her hêzekê tevî arteşa Sûriya dagîrker jî destûr daye, tenê Pêşmerge nebe. Zêdebarî vê yekê jî hemû slogan jî qebûlin bi merca ku amaje nedin navê Kurdistanê û dewleta netewi! Dinav de jî slogan a “Neteweya Erebî ya Yekgirtî, Xwediya Nameyeke Nemir” a Partiya Baas. Ne tenê ev lê hilgirtina wêneyên hemû kesayetan jî raste tevî wêneyên Hafiz Esedê diktator jî, lê wêneyên Barzanî qedexene!Ev rewş gotinên fermandeyekî YPG`ê tînin bîra min ku beriya demekê me hevdû dîtibû. Vî fermandeyî digot bingeha girseya gelê Rojavayê Kurdistanê girêdayî helwest û fîkra Barzanî ye. Ev jî berevaji fîkra PKK`ê ye bi taybetî di mijara dirustkirina dewleta netewî de. Jiber vê yekê jî dijatiya Barzanî tê kirin. Fermandarê pêncî salî ku behsa şerê xwe yê dawî digel çekdarên DAIŞ û serbirrîna DAIŞê ya xelkê Başurê Kurdistane dikir, amaje da karekê PYD`ê ku li gor wî metirsîdare û dê bibe asteng li ber pêşketina Rojavayê Kurdistanê. Wî got PYD kempên taybet ji bo zarokan vekirine. Di van kempan de zarok ser vê yekê tên perwerdekirin ku Barzanî dijminê yekemîn ê Kurdan e!Bi rastî kêfa min bi PKK`ê tê, jiber ku hertim planeke wê heye. Lê ez dijî bikaranîna zarokame ji bo cîbicîkirina siyasetên PYD`ê li Rojavayê Kurdistanê. Ev rêkxiraw kêm zanîn, bê ezmûnî û coşa zarokan derfet dibîne û wan dibe kempên taybet. Bi armanca naskirina siyasetên PKK`ê û avakirina peywendiyan digel Gerîlayên ku zarokan perwerde dikin. Di rastî de xwendekareke penaber a Rojavayê Kurdistanê jî li Duhokê behsa vê yekê bo min kir ku dema temene wê 14 sal bûn PYD ew bir kempeke xwendekaran li Qamişlo. Paşî bêyî haydariya dayikûbavan ew biribûn Çiyayê Cudî û çar rojan li wir hiştibûn!Kêfa min herwiha bi xelkê Rojavayê Kurdistanê jî tê, jiber ku ew xwedî helwestin û wan bêtirîn şehîd ji bo PKK`ê dane. Lê di qunaxên hestiyar jî de bi dehan kadroyên vê beşa Kurdistanê dest ji PKK`ê berdane. Cara dawiyê jî ji encama bûyerên Xanesorê bû ku bi dehan alîgir û Gerîlayên xelkê Rojavayê Kurdistanê dest ji PKK`ê berdan û tevlî rêzên Pêşmergeyan bûn. Loma ez dibêjim eger PKK berdewam be li ser van givaştinan, ez jî dê gotinên vî fermandarê YPG`ê pejirînim ku li dawiya axaftina xwe gotibû her çawa be ” Rojavayê Kurdistanê ji bo Barzanî dibe”Silêmanê Alîxan/Bas   

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: