Civak

Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî Pîroz Be

 Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî Pîroz BeUNESCO piştî şerê xwendekarên zanîngehê yên Bangladeşî ku ji bo zimanê xwe canê xwe dan, 21ê sibatê ji bo zimanên ku ber bi wendabûnê ve diçin wek Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetî îlan kir.Du sedemên bingehîn hene ku ziman wenda bibin. Sedema yekemîn polîtîkayên pişaftinê ya hêzên serdest e. Sedema duyemîn jî bi tesîra polîtîkayên pişaftinê di nav milet de qelsbûna xwedî lê derketina ziman e.

Heta niha dagirkerên Kurdistanê ji bo zimanê me ji holê rakin gelek tiştan kirin. Zimanê me qedexe kirin, me kuştin, me nefî kirin, bajarên me vala kirin û qewmên ne Kurd li wan deran bi cih kirin û gelek tiştên din kirin. Armanca wan ew bû ku zimanê me û bi wî awayî jî hişmendiya netewî ji holê rakin. Bi ser hemû polîtîkayên dagirkeran miletê Kurd zimanê xwe parast. Nebû perçeyeke pergalê û pêwîstî bi zimanê dagirkeran nekir. Lê mixabin îro polîtîkayên pişaftinê ya dagirkeran a sedsalan encam dide. Li bajarên Kurdan axaftina Kurdî kêm dibe. Zimanê bazarê bûye zimanê dagirkeran. Heta rêxistinên sîyasî/polîtîk ên Kurdan jî di bin vê tesîrê de dimînin û di daxuyanî, belavok, semîner û civînên xwe de zimanê dagirkeran bi kar tînin.Ger zimanê me wenda bibe, cudahiya şiklî ya me û dagirkerên Kurdistanê namîne. Ewê jî bibe sedem ku em di nav dagirkeran de bihelin û têkoşîna netewî têk biçe. Loma divê em hişk bi zimanê xwe bigirin û li hemû qadên jîyanê zorê bidin û îmkanan çêkin ku miletê me zimanê xwe bi kar bîne.Em bangî hemû partî û rêxistinên Kurdan ên bakûrê Kurdistanê dikin ku xebatê xwe bi zimanê xwe bikin. Her endameke wan di nav civatê de li gel hemû zehmetiyan zimanê xwe bi kar bîne û bibe sedem ku zimanê bajarên me careke din bibe Kurdî.Bi van hêst û ramanan em Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî li hemû miletên ku zimanê wan ber bi wendabûnê de ne pîroz dikin. Her zimanek dewlemendiyek cihanê ye. Bi hêvîya ku ew dewlemendî kêm nebe…TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ21.02.2017
Back to top button