Kultur

Roja Zimanê Dayîkê pîroz be

  Îro Roja Zimanê Dayîkê ye. Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî -UNESCOyê, bi mebesta pêşîlêgirtina zext û bandora li ser zimanên ku li dinyayê, di bin xeteriyê de ne û li ber windabûnê ne, di sala 1999an de, roja 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayîkê ragihand.21ê Sibatê, li seranserê dinyayê êdî bûye sembola tekoşîna ji bo bidestxistina mafê zimanê dayîkê.Di sala 1947an de dema Pakîstan ji Hindîstanê veqetiya, zimanê Urdû ku li rojavayê Pakîstanê dihat bikaranîn, wek zimanê fermî hat qebûkirin. Li ser vê yekê, Gelê Bengalê jî ku li Rojhilatê Pakîstanê dijiyan, daxwaz kirin ku zimanê wan ango Bengalî jî bibe zimanê fermî û bi vê mebestê dest bi xebatan kirin. Ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Dakayê ve, di 21ê Sibata 1952an de bi mebesta şermezarkirina helwesta hikumetê ya di vî derbarî de xwepêşandaneke girseyî hat lidarxistin. Piştî ku ev çalakî rastî êrîşa hêzên emnî hat û bû sedemên kuştin û birîndarbûna xwepêşandaran; li seranserê welat dest bi çalekî û xwepêşandanên nerazîbûnê hat kirin. Dawîya dawî hikumeta Pakîstanê li hemberî berxwedana Gelê Bengalê neçar ma û zimanê Bengalî jî wek zimanê fermî pejirand. Neteweyên Yekbûyî jî, bi mebesta parastin û pêşîlêgirtina helandina çand û zimanên li dinyayê û teşvîqkirina pirzimaniyê, roja 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayîkê qebûl kir.Li gor lêkolîn û agahiyên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, li seranserê dinyayê bi qasî 6 hezar zimanên cûda hene û nuha nîvê wan di bin xeteriya helandin û windabûnê de ne. Li Tirkiyeyê jî bi qasî 20 zimanên cûda, ji ber polîtîkayên helandinê ku bi dehan sal in ji aliyê dewleta tirk ve bi şêweyeke sîstematîk tên bikaranîn, bi windabûnê rû bi rû mane.Li Tirkiyeyê, yek ji van zimanên ku di bin zexta helandinê de ye, zimanê Kurdî ye. Komara Tirkiyê ji roja damezrandinê ve hebûna Gelê Kurd înkar kiriye û di vê çarçoveyê de helandin û tunekirina ziman û çanda kurdî ji xwe re kiriye armanc û ji bo vê yekê gelek rê û rêbazên nemirovane bi kar anîye. Gelek caran bikaranîna zimanê kurdî ya li malan, kolanan, sûk û bazaran de bûye sedemê tada û cezakirinê. Ev polîtîkayên helandinê yên li hemberî zimanê kurdî, di nav demê de gihîştiye radeya jenosîda çandî.Dewleta Tirk, ji bo tunekirina zimanê kurdî, heta nuha gelek caran soz û îmzeyên xwe yên ku di bin peymanên navneteweyî de hebûne, binpê kiriye. Yek ji van peymanan jî, Peymanê Lozanê ye ku di xalên 39 û 40î de hatiye destnîşankirin ku divê ew gel û kêmneteweyên ku li Anatoliyê dijîn, dikarin bi şêweyeke azad zimanê xwe bi kar bînin. Lê, rayedarên dewleta tirk vê peymana ku îmze kirine, hertim piştguh û binpê kirine. Her wisa Peymana Zarokan ya Navneteweyî jî ku di nav xwe de ‘perwerdehiya bi zimanê dayîkê’ dihewîne, ji aliyê rayedarên tirk ve tê binpêkirin.Her çiqas di van salên dawî de li Trikiyeyê di van polîtîkayên red û înkarkirinê de nermahiyek pêk hatibe jî, zext û qedexeya li pêşberê zimanê kurdî, hê jî didome. Zimanê kurdî hê jî nebûye zimanê perwerdehiyê, her wisa di sazî û dezgehên fermî de hê jî qedexe ye. Ji bo kemilandin û pêşvebirina zimanê kurdî çu alîkariyek berbiçav nayê kirin.Helendina ziman û çandê sûcekî mirovatiyê ye. Divê Tirkiye tavildest dev ji van polîtîkayên xwe berde.Divê asteng û qedexeyên li ser zimanê kurdî rabike. Divê li Kurdistanê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, her wisa li bajar û bajarokên Tirkiyeyê jî ku kurd piranî lê dijîn, li gor pêwistiyên xwe bikaribin bi kar bînin. Li gel zimanê Tirkî, divê zimanê kurdî jî bibe zimanê fermî.Her weha divê jibo zimanên din jî ku li deverên din yên Tirkiyeyê tên bikaranîn, derfet bê dayîn ku bibin zimanê perwerdehiyê. Divê ew bajar, bajarok, gund û deverên ku navên wan, bi destezorî hatine guhertin, navê wan yê eslî carek din li wan bê zivirandin.Demokrasî, aştî, aramî û jiyanekî hevbeş, ger hemû ziman di nav şertên azadî, wekhevî de û  ligel hev bin, mumkûn e.Roja Zimanê Dayîkê pîroz be. 21.02.2016Partiya Sosyalîst a Kurdistan – PSK 

Back to top button