“21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî Pîroz Be”
Roja 21ê sibatê li cîhanê ji alîyê UNECOYê ve wek ‘’Roja Zimanê Zikmakî’’ ya navneteweyî hatîye qebûlkirin.Di cîhanê de tu ziman di mistewaya zimanê Kurdî(Kurmancî û Zazakî) de tuşî zilm û neheqîyê nebû ye.Bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyê, heta demeke nêz jî zimanê Kurdî tune hatibû hesibandin.Niha di derbarê perwerdeyê û di weşangerîyê de hinek gavên erênî hatine avêtin. Lê hîna jî zimanê Kurdî ne zimanekî fermî ye. Hîna jî perwerdeya bi zimanê Kurdî nehatîye qebûl kirin.Bi siyaseta Dewleta Tirk ya bi dehan salane hatiye meşandin, gelek Kurdên bakurî nikarin û nizanin bi zimanê dayika xwe biaxivin.Ev trajedî û travmayeke kûr e.Divê hemû Kurdên welatperwer di vê derbarê de, bernameyên taybet pêk bînin. Divê zimanê Kurdî di jiyana rojane de bibe zimanê me yê esasî.Divê em fêrbûn û axaftina zimanê Kurdî wek prensîbeke esasî di jiyanê de pêk bînin.Divê hemû şaredarî, weqif, dezgehên sivîl û karsaz dibistanên taybet yên perwerdeya bi kurdî dikin vekin.Roja Zimanê Zikmakî bila bibe destpêka bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî bi awayekî resmî.21 ê Sibatê de her Kurdek divê bi zimanê dayika xwe biaxive. 21ê Sibatê bila bibe destpêka fêrbûna zimanê Kurdî. 21.02.2016 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî Pîroz BeZimanê Me Hebûna Me Ye!Em Kurdî Fêr Bibin!Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê