CivakRojev

Roja dengdanê erkê xwe yê netewî bi cih bînin

Di peyamekê de ku ji aliyê Baregeha Barzanî ve hat belavkirin, Serok Mesûd Barzanî ragihand ku di hilbijartinên berê yên Encûmena Nûnerên Iraqê de gelê Kurdistanê padaşta helwest û xweragirî û qurbanîdanên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) da û daxwazê ji gelê Kurdistanê kir ku di vê hilbijartinê de jî piştevaniya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bikin.

Serok Mesûd Barzanî herwiha ji xelkê Kerkûk û Şingal û navçeyên Kurdistanî yên din ên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku beşdarî hilbijartinê bibin û bi dengê xwe bersiva rastiya neyasayî û sepandî ya wan navçeyan bidin.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan 

Di hilbijartinên berê yên Encûmena Nûnerên Iraqê de gelê Kurdistanê padaşta helwest û xweragirî û qurbanîdanên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) da û bi piştevaniya gelê Kurdistanê, PDK bû partiya hejmara yek ya li Kurdistan û Iraqê. Hêvîdar im di van hilbijartinan de jî gelê Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê dûpat bike.

Her di vir de jî daxwazê ji welatiyên ezîz ên Kerkûk û Şingal û navçeyên Kurdistaniyên din ên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û bi taybetî daxwaz ji cemawer û alîgirên PDKê yên li wan navçeyan dikim ku bi coşî ve beşdarî hilbijartinê bibin û bi dengê xwe bersiva rastiya neyasayî û sependiya wan navçeyan bidin. Daxwaz jî ji welatiyên xweşdiviya Herêma Kurdistanê û cemawer û endam û alîgirên PDK dikim di roja dengdanê de erkê xwe yê neteweyî û niştimanî bi cih bikin û deng bi berbijêrên Partiya Demokrat a Kurdistanê bidin.

Bi pêwîst jî dizanim spasî endam û alîgir û hemû organên PDK bikim ku ji bo hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê bangeşeyeke aram û medenî û mînakane peyrew kiriye.

Hêvîdar im hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê li keş û hewayeke aram û bê kêşe birêve biçê û encamên wê jî li xizmeta pejirandina bingehên hevbeşî û dawakariya welatiyan be û îradeya rasteqîne ya gelên Iraqê bê bicîkirin.

Mesûd Barzanî

07.10.2021

Back to top button