Nivîsar

WELATPERWER!

Her çiqasî Kurdayetî ji mejî û bedena me derneketibe û dernekeve jî, em ne ew şêr û pilingên berê ne. Êdî em ne li pêş lê li paş heval û hogirên xwe ne. Belkî ji derbasbûna temenê me be, belkî ji şikestina taqat û mefera me be, belkî ji qelsbûn û lawazbûna hêvî û xewn û xeyalên me be nizanim.

Nurî Çelik

Welatperwerî ne karekî sivik û erzan e. Krîterên welatperwerîyê fedakarî, hezkirin û evîna ziman û çandê ye, girêdana bi xak û nirxên welêt e. Kesên welatperwer, dive karibe bi can û malê xwe fedakarîyê di ber welat û doza welatê xwe de bike, bi ziman û çanda xwe, bi nirxên xwe yên pîroz serbilind be, ji bo serketina millet û netewa xwe têbikoşe. Çi di mala xwe de, çi li derve, divê ji endamên civakê re bibe nimûne û erkên xwe bi cîh bîne. Krîterên şoreşgerîyê jî hema bêjin heman tişt in. Heger armanc şoreşa welêt û rizgarîya millet be, dive şoreşger texsîr neke û xwe bide ber barê şoreşê. Bi mal û canê xwe fedakar be û di rojên teng û fireh de xwe nede paş. Welatperwer û şoreşger, bi rabûn û rûniştina xwe, bi kesayet û ehlaqê xwe, bi hezkirin û rêzgirtina heval û hogirên xwe kifş dibin. Welatperwer û şoreşger ne li paş lê tim li pêş in. Xwe li paş nahêlin û hevalên xwe nadin pêş. Xwe venaşêrin û hevalên xwe naşînin mirinê.

Ev krîterên ku me li jor bi kurtî behsa wan kir, ji salên piştî 70î û heta 90î hema bêjin di kesayeta her Kurdekî welatperwer û şoreşger de hebûn. Fedakarîya can û mal, evîn û evîndarîya ziman û welat, armanc û hedefa Kurdistanek serbixwe, exlaq û nirxên Kurdewarî krîterên sereke bûn. Her ku wext di ser re derbas bû û tevgera azadîxwaz û şoreşger qels û lawaz bû, ev krîter jî qels û bê wate bûn û hêdî hêdî ji holê rabûn. Her çiqasî welatperwerî, şoreşgerî û Kurdayetî heta îro hebe û tê kirin jî, ji krîterên welatperwerîya salên 70 û 90î dûr in û ew kelecan û hewesdarîya mezin pir kêm bûye yan jî nemaye.

Piştî ku kadirên tevger û partîyên Kurdistanî derketin derveyî welêt û tu plan û stratejîyek ji bo pêşeroja tevger û partîyên xwe amade nekirin, îcar mecbûr man ku serê hev bixwin, bihev kevin, hevdu gunehbar bikin û xwe ji bin barê sûc û gunehên heyî bidin alî. Evê yekê hişt ku krîterên welatperwerî û şoreşgerî xwe ji mejî û bedena wan dûr bixe, herkes li çara serê xwe bigere û dest bi jiyanek nû bike. Yên zewicî bûn jin û zarokên xwe ji welêt anîn cem xwe, yên nezewicîbûn zewicîn û bûn xwedî mal û zarok. Welatperwer û şoreşgerên ku li welêt canfeda û fedakarên doza Kurd û Kurdistanê bûn, êdî xwedîyê jiyanek nûjen û refah bûn û vê jiyna nû jî bike neke bandorek mezin li wan û li dîtin û helwesta wan dikir.

Ez jî di nav de, îro piranîya kadir û xebatkarên ku di dema xwe de li welêt ji tu fedakarîyê nedirevîyan û bi mal û canê xwe di nav xebata Kurdayetîyê de bûn, ne wek berê ne. Her çiqasî Kurdayetî ji mejî û bedena me derneketibe û dernekeve jî, em ne ew şêr û pilingên berê ne. Êdî em ne li pêş lê li paş heval û hogirên xwe ne. Belkî ji derbasbûna temenê me be, belkî ji şikestina taqat û mefera me be, belkî ji qelsbûn û lawazbûna hêvî û xewn û xeyalên me be nizanim. Lê tiştê ez zanim, piranîya kadir û xebatkarên ku derketine derveyî welêt û bûne xwedîyê jiyanek nû, êdî dilzîz û diltenik bûne. Bi taybet di derbarê malbata xwe û zarokên xwe de bûne xwedîyê helwestek cuda. Ne helwestek ji dil û fedakarî, lê helwestek ne ji dil û heta em bêjin sextekarî.

Her çiqasî rastî tehl be û li zora gelek kesan biçe jî, rastîya piranîya me siyasetmedarên Kurd ev e. Em bi xwe û doza xwe re ne rast in. Bi taybet di derbarê zarokên xwe de em dijberîyek mezin li dijî doz û armanca xwe dikin. Ji berê de jî dihat gotin ku şoreş ji malê dest pê dike. Heger siyasetmedarek bi zanebûn zarokên xwe ji tevgera Kurdî dûr bixin û nexwazin xwîn ji pozê zarokên wan bê, heq û mafê wan tune ku zarokên xelkê bidin pêş û wan bişînin mirinê, yan jî bi jiyana wan bilîzin. Îro tiştê ku piranîya siyasetmedar û rêvebirên me dikin ev e. Her çiqasî kezeb şîrîn be jî, gava mesele doza welatekî û azadkirina milletekî be, divê berî herkesî siyasetmedar û rêvebir zarokên xwe têxin nav refê tevgera Kurdî û wan bidin pêş. Yan na, mafê wan tune ku kezeba dê û bavên din bişewitînin û zarokên xwe bincil bikin.

Ji alîyê din, rastîyek din jî heye ku îro piranîya siyasetmedar û rêvebirên tevger û partîyên me rasterast newêrin tev li çalakîyên tevgera Kurdî bibin. Erê bi ziman tev lê dibin, lê di çalakîyan de çawa ku zarokên xwe vedişêrin, xwe jî didin paş. Gelek ji me heta teqawît û derkenar nebin, yan jî heta jin û mêr hevdu bernedin, nakevin nav çalakîyên tevgera Kurdî. Ev yek jî dûrî krîter û nirxên welatperwerî û Kurdayetîyê ne.

Bi kurt û Kurmancî; ev nivîs hem rexne ye, hem rexnelixwegirtin e. Divê her siyasetmedar û rêvebirên ku îro pêşengîya tevger û partîyên Kurdî dikin, rewşa xwe û malbat û zarokên xwe di ber çav re derbas bikin, zarokên xwe ji tevgera Kurdî û ji Kurdayetîyê dûr nexin. Bi dûrxistina zarokên xwe hem em dijberîya armanc û xewn û xeyalên xwe dikin, hem jî em dibin sebeba asîmîlekirin û windabûna zarokên

Back to top button