CîhanRojev

Tirkiye dixwaze 40 balefirên F-16 ji Amerikayê bikre

Ajansa Reuters ragihand ku, Tirkiye ji bo kirîna 40 balefirên cengî F-16 daxwazî ji Amerikayê kiriye. Tirkiye dixwaze 40 balefirên nû F-16 bikire û wek din 80 balefirên xwe yên F-16 jî nûjen bike. Ji bo daxawiziya Tirkiye bê qebûl kirin, ewilê divê wezereta derve ya Amerika û piştre Senato jî biryarê bide. Bihayê van balefiran 10 milyar dolar e.

Ji berî niha Tirkiye daxwaza kirîna 100 balefirên F-35 a ji Amerikayê kirîbû. Lê sala 2019ê Tirkiye dema sistema S-400 ji Rusya kirî, Amerikayê firotina balefiran sekinadibû.

Eve 5 sale bayek sar di pêwendiyên Tirkiye û Amerikayê de heye. Nêzikbûna Tirkiye û Rusyayi, Lêgerina Tirkiye ya petrolê li Behra Sipî,Rewşa Halkbankê û rûdanên Suriye sedemên bingehîn yên xirabûna pêwendiya Tirkiye û Amerikayê ne.

Back to top button