Dosya

Roboskê parlamento û serokwezîrê Îraqê dan axaftinê

 

Fraksyonên parlamenterên kurd yên parlamentoya Iraqê kuştina 35 kurdên sivîl ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve şermezar kirin û daxwaz ji parlamentoyê kirin ku, piştevaniya hewlên Barzanî bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiyeyê bike. 

Parlamenterê Iraqê û endamê fraksyona komela îslamî ya Kurdistanê, Fatih Daraxayî ji AKnewsê re got:

Di civîna îro (doh) ya parlamentoya Iraqê de, hemû fraksyonên kurd nerazîbûna xwe li hember bûyera kuştina welatiyên kurd li bajarê Sirnexê yê Tirkiyeyê nîşan dan. 

Me di daxuyaniyekê de kuştina 35 welatiyên kurd li gundekî ser bi bajarê Şirnexê ji aliyê balafirên artêşa Tirkiyeyê ve şermezar kir. Her wiha me bi awayekî fermî daxwaz ji parlamentoya Iraqê kir piştevaniya hewlên serokê herêmê Mesûd Barzanî bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiyeyê bike.

Parlamenterê Iraqê yê ser bi tevgera Goran, Mihemed Kiyanî jî got ku, li her kuderê arîşeya kurdan hebe, ew arîşe ya hemû miletê kurd e, ji ber wê ”em piştevaniya her hewlekî dikin ku li gorî berjewendiyên kurdan be.” 

Kiyanî diyar kir ku, divê pirsa kurd li Tirkiyeyê bi awayekî aştiyane û diyalogê bê çareserkirin. 

Serokwezîrê Îraqê jî di daxuyaniyekê de bo radiyoaya Sumeriye daxaz ji Tirkiyeyê kir ku êrîşên bo ser kurdan rawestîne û bi rêya aşitiyê pirsa kurd li Tirkiyeyê çareser bike û got:

Pêwîste Tirkiye ji bon açareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê des tj rêya şer berde û hizira xwe bide ser rêya aşitiyê, herwek çawa Îraqê mamile digel kurdên başûr dike.

weke tê zanîn di 28ê kanûna 2011ê de balefirên şerî yê Tirkiyeyê gunfê Roboskê yê ser bi wlayeta Şirnexê bombebarab kir û zêdetir ji 35 kurdên sivîl kuştin. 

 

Back to top button