Nejdet Ozel: Em pêşbînî zivistaneke dijwar dikin
Sererkanê arteşa Tirkiyeyê di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Milliyet de dibêje ku, di zivistana îsal de dê şer û pevçûnên dijwar di navbera sopayê Tirkiyeyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê de berdewam bin û got jî ku lêpirzîn li ser bûyera Roboskê bi awayekê nihênî berdewam e.
General Nejdet Ozel sererkanê arteşa Tirkiyeyê di hevpeyvîna xwe de behsa encamên şer û pevçûnên bi PKKê re dike û dibêje:
– Ew amarên (îstastîk) yên ku PKKê li ser encamê şer û pevçûnên digel sopayê Tirkiyeyê û hijmara kuştî û birêndara bilav kirine nerastin. Bi tenê di şeş mehên dawiya sala 2011ê de li nav axa Tirkiyeyê 165 çekdarên PKKêhatinê kuştin û 50 hatine dîl giritn û 112 çekdaran jî xwe teslîmî kiriye.
– Di êrîşên balefirên şerî de bo ser Îraqê jî, PKKê 326 kuştî û 320 birînar dane.
Ozel di hevpeyvîna xwe de dibêje ku pilaneke mişterek di navbera arteş, MIT, cenderm, polîs û paewanên gundan de ji bo şerê li dijî PKKê heye.
Sererkanê arteşa Tirkiyeyê pêşbînî dike ku zivista îsal şer û pevçûnên dijwar dê qewimin:
– PKK hewil dide ku hemû hêz û îmkanên xwe bo şerekê dijwar di zivistana îsal de bikarbîne û em jî pêşbînî dikin ku zivistaneke dijwar li pêşiya meye
Li dor lêpirsîna ser bûyera Roboskê ku zêdetir ji 35 kurdên sivîl di êrîşeke balefirên şerî yên Tirkiyeyê de hatin kuştin dibêje:
– Li gor biryara ji dadgeh bala dadgeha komara Tirkiyeyê derketiye, li ser bşyera Roboskî lêpirsîna qezayî û leşkerî bi awayekî nihênî berdewame, jiber hindê ez nikarin tu daxiyaniya li ser wê meseleyê bidim.