Polîtîk

Goran: Nêçîrvan Barzanî dikare daxwazên opozisyonê bi cî biek

Bo cara yekem Tevgera Goranê bi eşkereyî geşbîna xwe bi vegera Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê bo serokatiya hikûmeta Kurdistanê diyar ki û tekîd jî li wê yekê kir ku Nêçîrvan Barzanî dikare daxwazên opoziyonê bi cî bîne.

Burhan Reşîd endamê parlamentoya Kurdistanê ser bi lîsteya Tevgera Goranê û endamê serolatiya Goranê, li ser meseleya beşdarîkirina opozisyonê di hikûmeta bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî de, di daxuyaniyekê de got ku heta nuha ji %100 yekalî nebûye ka dê Nêçîrvan Barzanî serokatiya hikûmetê werbigire yan na:

Lê belê di wî warî de geşbînimm ku eger Nêçîrvan Barzanî bibe serokwezîr dê aliyên opozisyonê beşdariyê di hikûmetê de bikin. Ez wusa hest dikik ku dê beşdariyê bikin. Ji ber ku, Nêçîrvan Barzanî eger bibe serokwezîr dikare gelek ji daxwazên opozisyonê cîbicî bike.  Ji ber hindê ez geşbînim eger Nêçîrvan bibe serokwezîr dikare digel aliyên opozisyonê bigihîje rêkeftinekê.

Parlamenterê Tevgera Goranê di berdewamiya axaftina xwe de ji Seher TV re got ku tişteke normal e eger opozisyon beşdariyê di hikûmeta bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî de bike.

Weke tê zanîn beriya nuha jî serokê tevgera Goranê digelek daxuyaniyên xwe de tekîd kiriye ku her hikûmeteke daxwazên opozisyonê cîbicî bike ew amaden piştgiryê lê bikin û hevkariyê pê re bikin.

Back to top button