Nivîsar

Nîşandana gorên Seîdan

Dema du aliyên gelşdar, bixwazin nêzîkayî hi hevûdu re bidin nîşandan, di serê pêşî de divê ku dilpak bin û hin kiryarên ku rê li çareseriyê vedikin bikin.

Pirsa çareserkirina Neteweyê Kurd, çendî ku li Bakûrê Kurdistanê pirseke giran, bi sergêjî û tevlîhevî ye jî, lê belê giraniya berpirsyariyê, îro li ser milê Hikûmeta rêzdar Teyib Erdoganî ye.  Divê Hikûmet ji dilpakiyê zêdetir, hin karin dilveker bike da Kurd baweriya xwe pê werînin.

Eger ne wisan be, ji roja pêşî heta niha, kîjan hikûmeta ku li Enqerê hatiye desthelatiyê, hin caran çendî ku pevine xweş bo Kurdan pêşkêş kirine û dipakiya xwe diyar kirine jî, lê belê ji ber ku wan çu kiryarên dilveker nekirine, Kurdan bawerî bi wan neaniye.

Îro çendî ku Zagona Bingehîn ya Cuntaya Faşîst di rewacê de ye û destura hin kiryarên kurdewariyê nade jî, lê belê nîşandana gora Şêx Seîdê Pîranî û ya Mele Seîdê Kurdî, têkiliya xwe bi zagonê ve tune ne. Eger Hikûmeta Rêzdar Erdoganî van du goran û ya Seyîd Riza nîşan bide, wê bi derbekê xwe di nîvê dilê 40 milyon Kurd de bibîne.

Nîşandana van sê gorên pîroz ku ew ji bo her kurdekî bûne kul û derd, wê pir tiştên erênî jî bi xwe re derxînin holê.

Ha yekemîn dilpakiya Hikûmeta Erdoganî li pêşber Neteweyê Kurd bi vê yekê diyar dibe û ev yek wê rê li ber pir kesên dijberê Hikûmetê jî bigire.  

Bi hêviya nîşandana gorên her sê Şehîdan…

Zeynelabidin Zinar
[email protected]

Back to top button