Got komkujî ji kar hate avêtin
Nivîskar û rojnemevan Ece Temelkuran ji karê xwe yê Haberturk ê hate dûrxistin. Sedema ku Ece Temelkuran ji ji aliyê desthilatiya Haberturk ê ji kar hate dûr xistin du nivîs û helwesta Ece di derbarê du bûyeran de bû.
Rojnema Libnanî El Ekber beşê xwe ya bi zimanê Îngilîzî de hevpeyvînek li gel Ece Temelkuran pêkanîr. Rojnemevan Matthew Cassel çend pirs ji Ece kirin.
Pirs: Dûrxistina te ji kar ji terê bû wek tiştek ku tu ne li hêviyê bû?
Ece Temelkuran: Nexêr ez li hêviyê bûm. ji ber ku helwesta min di derbarê rojnemevanên girtî û bûyera ku 35 kurd hatin qetilkirin de li gora wan hişk bû û nekarîn ragirin. Ji ber ku serokwezîr di vê bûyerê de gotina “komkujiyê“ qedexe kirîbû. Min jî ev gotin di medya sosyal û Twitter de kar anî.
Pirs: Niha sedemê dûrxistina te ji kar çibû?
Ece Temelkuran: Du nivîsên ku min nivîsîn gelek cihê gotubêjekî hatin dîtin.Yek ji man “ Bifermo Fermendarê min“ min di vê nivîsê de behsa serokwezîr kirîbû.Min gotibû ku, “ … eger welê be tu fermana didî, lê em guh nadin fermanên te..“
Nivîsa din jî di derbarê kesên li Şirnexê hatîn kuştin û temenê 19 a ji wan nevbera 12 – 15 salî de bûn. Erdogan di derbarê komkujiya Qilebanê de axavtina xwe ya bi tirs kir û rojnemevan tawanbar kirin.Min jî li ser hêjmara miriyan û helwesta serokwezîr a bi zilim nivîsand.
Rojevakurd