Polîtîk

Riya yekitiya neteweyî ew e ku em hevûdin qebûl û têbigihin

JI RAYE GIŞTÎ Û ÇAPEMENÎYÊ RA
JI RAYE GIŞTÎ Û ÇAPEMENÎYÊ RA

Wek tê zanîn 15-16’e Hezîrana 2013’an de Li Amedê, di Otela Lulîz de, konferansek bi navê ” Konferansa Çareserî û yekîtiya Kurdistana Bakûr” hat li darxistin. Em wek komîteya amedekariya 3’emîn Konferansa Neteweyiya Ciwanên Kurdistan vexwendiyê vê konferansê bûn. Ji sedemê ku komîteya amedekariyê ji bo beşdariya konferansa Amedê biryarek hevheng neda, em beşdarî vê konferansê nebûn. Lêbelê ji bo şandina peyamek, me lihevkir. Peyamek hevbeş bi deste komîteya me hat hazirkirin. Ev peyam di konferansa Amedê de bi deste nuwênerê Partiya Azadî û Sosyalizm (OSP) hat xwendin. Mixabin peyam ji esle xwe û ji naveroka xwe hatiye durxistin. Bê agahdariya me armanc û mexseda peyamê hatiye guhartin. Ew metna ku li ser nave komîteya me hatiye xwendin, çu eleqeya we bime nine. Metna ku komiteya me bi yekdengî pejirandiye em bi raya gel re parva dikin.

Em wek Komîteya Amadekar a 3 emin Konferansa Neteweyî ya Ciwanên Kurdistan, silavan li we hemûyan dikin.

Em wek komîteya amadekar; piştgiriya her cûre xebatên ji bo pêkanîna yekîtî û diyalogên nav kurdan dikin. Em pêknehatina yekîtiya neteweyî ya nav kurdan, wek sedemên beşdarnebûna xwe ya konferansê diyar dikin. Em di wê baweriyê de ne ku pêwistî bi xebateke aqilane, aqlê selîm û pêkhêner heye ku her rêxistin û sazî bi vê yeke dikare bîr û baweriyên xwe bîne ziman û berjewendiyên gelê kurd bi van xebatan dikare bê parastin. Li gor me, ev yek jî dikare bi riya Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê pêk were.

Em wek Komîteya Amadekar a 3 emin Konferansa Neteweyî ya Ciwanên Kurdistan;

1- Em li hemû beşên Kurdistanê piştgiriyê ji xebata neteweyî ya Kurd re dikin û parastin û hurmetgirtina ji biha û nirxên neteweyî wek erka ciwanên Kurd dibînin.

2- Em piştgiriyê didin her cure kar û xebateke aştîxwazane bi mercekê ku xizmetê bi mafên rewaya Kurdan li Bakurê Kurdistanê bike û gelê Kurd çarenûsa xwe bi destê xwe diyarî bike.

3- Em li hemberî siyaseta bişaftina zimanê Kurdî radiwestin.

4- Konferansa ciwanên Kurd dijî binpêkirina mafên wan nivîskar, rewşenbîr, hunermend û rojnamevanan e ku di warê îdeolojiyê de tên çewisandin.

Em careke dine dubare dikin dibêjin ku;

Riya yekitiya neteweyî ya kurdan û diyaloga nav wan ew e ku em hev û din qebûl û fêm bikin.

Em neviyên Kawayê Hesinker, Şêx Seidê Kal, Biroyê Hasikê Têlî, Xalit Begê Cibrî, Elîşêr û Zerîfê, Seyîd Riza, Qazî Mihemed û Mela Mistefa Barzanî ne. Hetanî hêz û behna me hebe, hetanî agirê dilê me veketî be em berjewendiyên gelê xwe wê biparêzin. Bi rika (înad) dijmin emê serê xwe netewînin, bê rawestan û bêzarbûn di vê rê de bimeşin.

Bijî Kurd û Kurdistan…

Komîteya Amadekar a 3 emin Konferansa Neteweyî ya Ciwanên Kurdistan

Back to top button