Divê xizmetên saxlemiyê baştir bibin
Li Hewlêrê, kêmîteya tendirustiyê bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê de civiya.
Di civînê de ku, nûnerên sandîkayên warê saxlemiyê jî amade bûn, serokwezîrê Kurdistanê di axaftina xwe de îşaret bi giringiya hebûna komîteya bala ya tendirustiyê li herêma Kurdistanê kir û di vê ev komîteye ji nêzîk rewşa warî saxlemiyê li herêma Kurdistanê bişopîne, arîşe û pêdawîstiyan destnîşna bike û hewila çareserkirina wan jî bike daku, xizmetgozariyên saxlemiyê li gor daxwazên hevwelatiyan bin.
Nêçîrvan Barzanî got ku, divê çaksazî di warê saxlemiyê de bê kirin. barzanî got ku warê saxlemiyê li herêma Kurdistanê du awayên pirsgirêkan hene; yek ji wan pirsgirêkan acil in û pêwîstî bi çareseriyên acil hene, ya duyemîn jî pirsgirêkên domdirêjin û pêwîstî bi danan bername û pilaneke sê heta pêncsalî heye daku, ew arîşe pêngav bi pêngav bên çareser kirin û di vê çarçoveyê de hikûmeta herêma Kurdistanê pêngavên pêwîst avêtine.
Ji aliyê xwe ve Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr got ku, divê sektorav taybet bê teşwîq kirin û di warê pêşkeşkirina pirojeyên saxlemiyê de roka xwe bilîze û aliyê hikûmetê û aliyê sektora taybet bi hev re dest bi pirosesa çaksaziyê di sîstema saxlemiyê de bikin.
Wezîrê tendirustiyê jî got ku, her di destpêka destbikarbûna kabîneya heftem de, hikûmeta herêma Kurdistanê bername û stratejîya hikûmetê ew bû ku çakirin û guhertina di sîstema saxlemiyê de bike û di çaçroveya vê bernameyê de di warê kontirolkirina derman, danan jêrxaniya tendirustiyê, avakirina nexweşxaneyan û bingehên saxlemiyê û pêşkeşkirina xizmetên saxlemiyê çend pêngavên baş avêtine.