Macaristan konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, îro li bajarê Hewlêrê, digel sefîrê Macaristanê yê Îraqê û şandeya pê re civiya.
Tebor Zatmarî sefîrê nû yê Macaristanî li Îraqê ku yekem care serdana Hewlêrê dike, di civînê de got ku herêma Kurdistanê di tev waran de gelek pêşkeftiye û tekîd li ser xurtkirin û berfirehkirina têkeiyên bi herêma Kurdistanê re kir û got:

– Hikûmeta me, hikûmeta Macaristanê dixwaze konsulxaneya xwe ya giştî li herêma Kurdistanê veke û ji bona vê yekê jî pêngav baş hatine avêtin û em bi hêvîne ku di demek nêzîk de konsulxaneya me bê vekirin û dest bi kar û erkên xwe bike. Em bi bawer în ku vekirina konsulxaneyê dê  di pêşxistina têkeliyan, hevkarî û hevahengiya bi herêma Kurdistanê re rolek mezin bilîze.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hember biryara hikûmeta Macaristanê a vekirina konsulxaneyê li Hewlêrê nîşan da û got:

– Çavê herêma Kurdistanê li hindê ye ku, Macaristan di warên cihê de weke; enerjî û samanên xwezayî, saxlemî û çabdêriya pizîşkî, xwendina bala û hevkariya di navbera zanîngehên Kurdistan û Macaristan, sîstema dadweriyê û karê dadgehan, bazirganî û aborî û warên din de têkelî û hevkariya zêdetir digel Macaristanê bike.

Sefîrê Macaristanê yê Îraqê, kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê nîşan da û tekîd kir  ku welatê wî bi giringiyeke mezin ve li têkeliyên bi herêma Kurdistanê re dinêre û bi taybetî têkeliyên di warê neft û enerjiyê de. 

Nerîna min :