Rezoyê Osê di bîranîna şeşemîn de

 Di bîranîna şeşemîn ya Rezoyê Osê de, ez ê pirtûka wî ya bi navê BERHEMÊN REZOYÊ OSÊ ” KOMA 1 diyarî xwendevan û hezkiriyên zimanê kurdî bikim.Nivîskar, rexnevan û helbestvan Rezoyê Osê di jiyana torevaniya kurdî de stêrek geş û ronak bû, tîrêjên ronahiya pênûsa wî dirêjî hemû şaxên çanda kurdî bûne û bi wan tîrêjan hezkirina kurdayetî, zimanê kurdî, nivîsandina bi kurdî bi xwe û bi xwendevanên birêz re xweş dike ta ko bûne xemxwerên ziman û wê çanda pîroz.Ji destnivîs, berhem û ked xebata Rezo ev berhem hate çapkirin û weşandin, di pêşerojê de em ê bendewarê çapkirin û weşandina hemû berhemên wî yên bi zimanê kurdî û bi zimanê erebî, di hemû warên toreya kurdî de bimînin. Bêgoman hingî xwendevanê kurd wê sûdeyên giring ji wan berheman wergirin û pirtûkxaneya kurdî jî bi wan dewlemendtir dibe.“Her xwêner ê bixwaze rastnivîsa kurdî fêr bibe, sûdeke zanistî werbigre û xweşiya hunera kurdî hest bike, xwendina vê berhemê jê re alîkariyeke mezine”.De ka em bi hev re li nava bustanê torevaniya Rezo de bigerin û bibînin, bê bi çi awayî gulzara wî bexçî av daye ta ko bûye bi ber û fêkî.12773458_1160676690617142_699493992_o Rexne li rexnêPelandinek di rêya avakirina rexna Kurdî de ye. Bêgoman, rexne, ne tenha di romanê de, lê di hemî beşên kultûra Kurdî de, şûna xwe bi tundî ne girtiye. Ev lêkolîn jî, di warê balkêşiya rexnegêran ber bi sazkirina rexna kurdî de, bi zaraveke demane ye.Romana “Tu”, ya nivîskarê bi nav û deng Mehmet Uzun, di vî warî de, ne hatiye bijartin, lê weku nimûne xweber hatiye, û di romana kurdî de bûye pîvan ji avakirina nerîneke rexneyî re. Şaşiyên çap û bilêvkirinê (zaravî).Şaşiyên hevokî (avakirina hevokan).Şaşiyên ferhengî.Şaşiyên nenas.Şaşiyên rastnivîsê.Şaşiyên ramanî (ronîkirin).Şaşiyên rêzimanî.Şaşiyên rexnegêr.Şaşiyên lêkolînî. Xwedîkirin û guhdana zarokan di civaka kurd a kevin deEv babet hatine şirovekirin:Reng û şêweyên xwedîkirina zarokê piştî bûnê – ji pêçekê tanî salên bîreweriyê -.Zaroka Kurd di himbêza makê deZaroka Kurd di berpirsyariya bavê deVedana çirûskên zanistiyê di civaka kurd, ya kevnar dePêdiviya danîna “Nûbuhara Biçûkan” û fêrkirina zarokan TûjikRezo dibêje: ”Ronîkirina kurt ji berhem re û ji ber ku ez ne piştgir û balbendê pêşgotinên dirêj im, min pêşgotinên berheman ji xwêner re hiştî ye. Ew çawa dinirxînne mafê wî ye.Di avakirina deqekî hunerî de û bi şêweyekî nû ji hunerên tevayî, min xwest berçavbikim bê çawa hizir û ramanên kurdî bi demê re hatine meyandin, da kelepûreke bê hempa biafirînin”.Ew serborî, serpêhatî, pêkenînok, têderxistinok û gelek tiştên bi vî awayî berhev dike.Tûjik bi zimanekî gelêrî û rewan hatiye nivîsandin û sinc û rewiştên gel û civakê berçav dike.”Tûjik xîp in, kelem in, strî ne, derzî, dirêşik û şûjin in”. Civîna pêlavanRezo bi zanebûn xwestiye li ser zimanê pêlavan kerakter, mintalîtêt û endîşe yên mirovê kurd, têkeliyên civata kurd bi eşîr, malbat, rêxistin û komeleyên wê ve, bi gund û bajaran ve û di vê demê de, vekolîne, veçire û wek heye, wê bîne bîra mirovan û li ber çavan raxîne, destê xwe deyne ser birînan û bihêle ko, civat li xwe vegere. Ev mûma yekê ya ko Rezo ji bo pêketina wê xwe canfîda kir. Mûma duyem û herî giring a Rezo ew e ko, bi kurdiyeke petî, bedew û rawan, bi gotinên dê û bavan û têrmên civakî yên kevnar van pirsan deyne ber destan. HelbestRezo, bi zanîna xwe piralî bû û ev piralî, di pirrengiya afirandinên wî de diyar dibin, ev helbestên rengereng bi pênûsa wî hatine weşandin weke: Xemrevînê, Min xwe nasî, Bexçê Evînê, Newroza gundê me, Kevoka min, Ez û yarê, Dêlegur, Demnasî û Serkêşî. MerganêMerganê çîrokên kurdî gelêrî yên zarokan e weke: Kerkurmî û Çoxsoro, Merganê, Çûka zêrîn, Dûvê rep, Qaziyê heqnas, Sê diz, Kerê piştkurmî û Kero hevsar zero. Xilmaşîhelbestên vê nivîsê di xwe de bi hişyarî ramanên jîr û hingavtinên nerm yên çanda kurdewarî diguncîne. Rezo bi hostayî û hestên nazik ber bi mijarên bijartî ve diçe. Bere giyanê pîroz yê Rezoyê Osê buhuştî be. Samî Mela Ehmed NamîStockholm. 2016.03.04 

Nerîna min :