Nivîsar

Rêberê kurdê qehreman

Yuksel Avşar “Kurdê ku di dilê(ruhê) wî da bawerîya yekitîya neteweyî tine be, di encamê da ewê xîyaneta gelê xwe bike, Mela Mistefa Barzanî.” Jêwergiranek ji axaftina Rêberê Gelê Kurd Mela Mistafa Barzanî ya bi Josef Stalin va kirî; “Gelê min gelekî mazlûm e. Di bin zorûzilmê da dipelçiqe. Ne pirsgirêk e, ku werin an nayen li ser gora min fatîhayê bidin, divê ez peywira xwe binim bicî. Bes, bila di Kurdistanek azad û serbixwe da bijî.” Gelê Kurdê ku neteweyekî mazlûm û rûmetyar e, di encama têkoşîna we ya bêhempa  û sekna bêtawîz da, hişmendiya neteweyî bi destxist. Di pêvejoyek dîrokî da û bi keda we, neteweya Kurd, şeref û rûmet bi destxist. Serokê nemir hûn ujdana neteweyî ne…. Hişmenda neteweyî û herweha rêberekî bêtirs… Eger gelê Kurd, wekî neteweyekî, di rêya serxwebûnê da hişmendîya neteweyî bidestxistibe, bila bawerîya we hebe ku ev, di encama keda we û hêza gelê Kurd da qewimî. We, di têkoşîna xwe da ticara li beramberê zorûzilmê serî netewand û li Rojhelata Navîn hîmê bihevra jîyanê, aştî û hezkirinê avêt. Neteweya Kurd dê ticara vê pîroziyê jibîr neke û nede jibîr kirinê. Hezarûsedûsihûheft sal jî bibure neteweya Kurd dê qehrementîya we jibîr neke. Bêşik, Mela Mistefa Barzanî ji qehremanên bêhempa yek bû.mistefa_barzani_205236848  Bi behre, reftar û rêberîya xwe we, doza me ya pîroz bi qehremanî di nav pelkên dîrokê da bicî kir. We doza neteweyî bilind kir heta astek bêhempa. Eger îro keseyatiyên Kurd dibêjin “ez Kurd im” ev berhema sîdara qehrementîya we û ya gelê Kurd e. Divê gelê Kurd bizava rêbaz û awayê “Şoreşa Êlunê” ticara jibîr neke û bona xwe encamê jê derxe. Bi fîdekariya we ya wêrek û dadwer, ya di ber doza gelê me da, destketiyan neteweyî bejnûbala dan. Ya herê dîrokî statuya “Kurdistana Federe” ye. Ji ber ku we bona neteweya Kurd bingeha statuya “Kurdistana Federe” avêt, ez li ber we bejna xwe ditewînim. Bi jidilbûn û qehremenîya we serbilind im. Şanaz im.Û digirîm, ji ber jenosîd û karesetan ku di ser neteweya Kurd da hatî. Dîrok, dê ticara vî gelê mazlûm û axa ku bi Enfal, Helebçe, Şengal û bi xwîna şehîdan hatî avdan jibîr nake. Mirovê mezin, lawê we birêz Mesut Barzanî bi hemû çîn û pêkhatiyên Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman pelkek zêrînî dîyarê dîrokê kir. Cîranên Kurdan daku bi her avayî dijminiyê dikin, bi bêhna Kurdan jî aciz in, belayê “DAEŞ” dîyarê gelê Kurd kirin. Bêşik, em bawer dikin ku rojekê ev bela jî dê liyaqê xwe bibîne û di dîrokê da wekî pelkek reş û bixwînî cîyê xwe bigre. Ti zorûzilm li beramberê berxwedanek birûmet xwe ranagre. Her zorûzil dê rojekê bişkê û di dîroka reş da cîyê xwe bigre.mistefa_barzan_____lon_976675059Di gora xwe da asûde be, Kurd û hevpeyman dê li dijî vê êrişa xwînxaran jî bi serkevin.Eger Rojhelata Navîn rê li ber bicî bûna statuya neteweya Kurd veneke, ew bi xwe jî aram nabe. Bila ne xema we be, di herêmê da îro Kurd rolekî sereke heye.  Di gora xwe da asûde be, bila hemû mirovî zanibe, ku di dilê her Kurdî da bîranîna we dê her zindî be. Serokê nemir, bona her Kurdî tu mînaka neteweyî yî. Li ber bîranîna we ez, bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Xwada rehma xwe di ser te da bibarîne. 

Back to top button