CîhanPolîtîk

Pêşmerge di azadkirina Musilê de xelkê Kurdistanê diparêze

Berpirsekî hêzê havpeymaniya navdewletî ragihand ku, 30 hezar leşker operasyona azad kirina Musilê de cih digre. Ev hêz ji arteşa Iraqê û Pêşmergeyan pêktê.Berdevkê hêzên hevpeymanî Christopher Carver da xuyakirin ku;Hevwelatiyên Iraqê hêviya azad kirina Musilin. Ev yek di destê Amerikade ye.Carver got ku, çekdarên DAÎŞê malbatên xwe ber bi Raqayê ve rêdikin.Ji aliyek din Parlamenterê PDKê li Encûmena Nûnerên Iraqê Serhan Ehmed Serhan ji BasNewsê aşkera kir, sedema beşdarbuna Hêzên Pêşmerge ya li şer ê rizgarkirina Mûsilê de parastina navçeyên Kurdistanê ye û got: ‘’Biryare 2 lîwa yan jî zêdetir li hêzên Pêşmerge beşdarî şer ê rizgarkirina Mûsilê bibe, lê beşdarbuna Pêşmerge çend sedemên wê hene.’’Serhan Ehmed Serhan diyar kir: ‘’Sedemê herî giring, beşa piranî parêzgeha Nînova û aliyê çep ê Mûsilê runiştwanên wê Kurdin û ji ber vê tê xwestin ku bê parastin. Parastina giyan, can û malen wan Kurdana jî wê ji aliyê Pêşmerge ve bê kirin.’’Herwaha got: ‘’Beşa din jî peyvendiya xwe bi zîrekî û qehremantiya hêzên Pêşmerge ve girêdayiye, ku Amerîka pişta xwe bi hêzên Pêşmerge ve girêdaye û ji artêşa Iraqê zêdetir bawerî bi Pêşmerge heye.’’Serhan Ehmed Serhan ragehand: ‘’Di vê derbarê de Amerîka bi tu awayekî razî nabe Heşdî Şeibî beşdarî şer bibe. Herwaha Encûmena Parêzgeha Nînova jî piştî rûniştina xwe ya dawî de bi yek deng diyar kirin ku, razî nabin Heşdî Şeibî beşdarî şer ê rizgariya Mûsilê bibe.’’Di vê derbarê de çend roj berî naha Cîgirê fermandarê Heşdî Şeibî Ebu Mehdî Mihendis, ji Serokwezîrê Iraqê daxwaz kiribu ku bi çi awayekî dibe pêwîste ew beşdarî şer ê rizgarkirina Mûsîlê bibin.Herwaha diyar kir; Serokwezîr Heyder Ebadî, hewldanekî zêde dane ku hêzên Pêşmerge beşdarî şer ê rizgarkirina Mûsilê nebin, lê Amerîka ji wan re gotiye, divê Pêşmerge beşdar bibe û nabe Heşdî Şeibî beşdar bibe. Herwaha diyar kir: ‘’Ebadî naha pir şermizar buye. Ji ber ku dixwaze beşek ji çekdarên Heşdî Şeibî û hêzên aliyên siyasî yên wek Seraya Selam bikeve nav artêşa Iraqê û bi vê rêyê beşdarî şer bibe.’’Herwaha piştrast kir ku, di şer ê rizgarkirina Mûsilê de cîhên ku hêzên Pêşmerge li vê navçeyê rizgar bike, xwe jê nakşîne, lê çonayetiya mana wan li vê deverê li ser rêkevtinên ku ji aliyê rêveberiya Kurdistanê ve bên kirin ve wê girêdayî be.

Back to top button