PolîtîkRojev

Rewşa Iraqê ber bi xirabûnê ve diçe û ti kes destûrê cîbicî nake

Zêdetirî 8 meh in hilbijartin li Iraqê û başûrê Kurdistanê hatîn kirin, lê ji ber nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Kurd, Sune û Şîe de hikûmeta nû ya Iraqê nehatiye avakirin.

Çavdêrê siyasî Mehmûd Osman da xûyakirin ku; Rewşa Iraqê ber bi xirabûnê ve diçe û partiya Sedr jî ji proseya parlamentoyê û hikûmetê derketiye, bawer nakin hikûmetek ava bibe û bi ser bikeve.

Osman  dibêje: Gelek alî behsa hilbijartinên pêşwext dikin û dibêjin, em bêyî Muqteda Sedr nikarin hikûmeteke serkeftî pêk bînin, lewma çav zêdetir li ser çûna hilbijartinan e.

Biryarên avakirina hikûmetê yan jî lidarxistina hilbijartinên nû dê piştî Cejna Qurbanê bê dayîn û hingê hemû senaryo eşkere dibin.

Berdewamiya daxûyaniya xwe de Osman dibûje: Li Iraqê destûrek nîne û ti kes jî cîbicî nake. Yekane partiya ku dikare rola xwe bilîze Dadgeha Federalî ye ku dadgeha Fayeq Zeydan e.

Osman behsa aliyên Kurdistanê jî dike û dibûje: Pêwîste aliyên Kurdistanî yekdeng bin û bi hev re şandeke yekgirtî pêk bînin, ne ku her aliyek biçe Bexdayê li gel aliyan danûstandinan bike, divê li ser namzedek hevbeş a Kurd li hev bikin, lê ez nizanim dê razî bin yan na.

Back to top button