Aboriyeke bikarber; nîşanderên destpêkê yên paşeroja aboriya Herêma Kurdistanê

Eger guhertinan di pergala vê aboriyê de nekin, wî çaxî ew pileya ku îsal li rêzbenda aboriya cihanê ku 5.15 bû, di aliyên qebareya hikûmet, pergala qanûnî û mafên milet, pere, azadiya bazirganî ya navdewletî û zagon, ewçax bo sala dahatî nimre xerabtir dibe û rewşa aborî jî xerabtir dibe.   

Mehmûd Baban

Pêşekî

Aboriya Herêma Kurdistanê wek beşekê ji aboriya Iraqa federal, bi destê nexweşiyên kujer ên yekjêderiya dahatan, xerciyên giştî yên zêde, qelsiya hêza kar û piştgirêdana bi hawirdekirina berhemên xam ên rojane ji derve û nekirina reformeke rasteqîn dinale û tê ku tevahiya pergala aborî bixe jêr metirsiyê.

Li gor endeksa azad a aborî ya Enstîtuya Fraser a Kenedî û Enstîtuya Catoyê, rûpel 232 1 “Piraniya miameleyên bazirganî bêyî rikeberî û şefafiya azad tên cîbicîkirin. Projeyên mezin ên hilberîn û bazirganiyê nola projeyên jêrxan û niştecihbûnê, neft û gazê, peywendî û bazirganiya derman û cixareyan di berjewendiya çend kesan de di nav hin eşîrên taybet de hatine dabeşkirin, ku dilsoz in ji bo partiyên desthilatdar, nemaze ji bo kontrolkirina piraniya karûbarên hikûmetê. Di encamê de, wehşiyeteke berfireh tora çavdêrîkirin û alîgirîkirinê, di nav elîta kapîtalîst de hatiye avakirin, ku li ser çalakiyên ekonomî yên sereke serdest e. Ji ber vê yekê jî, nirx û normên kevneşopî yên eşîrî, etîka bazirganî û azadiya veberhênanê û bizava bazirganî têk daye û baweriya takekesî bi pergala bazarê kêm kiriye û pêşî li pêşkeftina saziyên azadiya aborî li Herêma Kurdistanê girtiye”.

Lew jî nexweşiyên pergaleke aborî ya bikarber xuya dibin, her wisa hewldanên cîbicîkirina reformên aborî yên nesereke li dewsa reformên aborî yên rastîn tên bicihanîn, ku di encamê de desthilata aborî û siyasî dixe destê elîteke taybet a dorgirtî, li şûna peydakirina derfetên îş û bazirganiya serbest ku di encamê de xweşdebara jiyanê, karsazî û pîşeyên nû ji her kesê di civakê re peyda bike.

Bi rastî, rêjeya enflasyonê li Herêma Kurdistanê di meha Nîsanê de ji %9 derbas bû, di demekê de ku li Amerîkayê bi rêjeya ji %8 dibêjin rekoreke dîrokî ye! Di sala 2021ê de, bilindtirîn rêjeya xerciyên malbatan li Herêma Kurdistanê li ser alkol û tûtinê bûne. Ji destpêkê ve heya vêga, tenê nêzîkî ji %50ê dahata petrolê li hikûmetê hatiye vegerandin. Berhema genim ku bingeha sereke ya ewlekariya xwarinê ye, îsal yek li ser şeşê sala 2019ê ye û nîvê pêwîstiya genimê Herêma Kurdistanê misoger dike. Kêmbûna çavkaniyên avê û guherînên avûhewayê derketine holê û ev du sal in bi tevahî bandorên wan diyar in û bi sed milyon dolaran zirar dane hemwelatiyan.

Li vir, bi pêşkêşkirina detay û statîstîkên aborî yên Herêma Kurdistanê, em ê li ber aliyên serfkirin û lêçûnên karbirin û sermayeguzariyê di sektora giştî de, asayîşa xwarin û asta berhemanîna xwarinên bingehîn, rêjeya enflasyonê, hêza kar û nifûsê, lêçûnên malbatan, dahat û xerciyên tek-jêderiya petrolê li Herêma Kurdistanê û paşeroja çavkaniyên xwezayî rawestin. Di dawiyê de jî, em ê hêlên sereke yên veguhastina aboriya Herêma Kurdistanê ji aboriya bikarber bo berhemhêner li ber çavan raxin.

Xerciyên bikarbirin û hilberînê li Herêma Kurdistanê

Dahata Hikûmeta Herêma Kurdistanê nola dahata Iraqê ji petrolê tê, lewma jî her bilindî û nizmiyek di petrolê de bandora xwe datîne ser hemû dahata Herêma Kurdistanê, her wisa xerciyên wê jî bi eynî awayê Iraqa federal, tenê ji bo mûçeyan e. Li gor belavokeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dahat û xerciyan, di şeş mehên yekem ên sala 2021ê de, tomeriya xerciyan wek 702 milyon dolar daniye ku bi tenê ji bo mûçeyan 617 milyon dolar bû! 60 milyon dolar ji bo karûbarên wezaretan û 25 milyon dolar jî ji bo veberhênanê bûn.

Wekî din, dahata hikûmetê di heman heyamê de 697 milyon dolar bû, ku 350 milyon dolar ji petrolê, 195 milyon dolar dahata navxwe û 17 milyon dolar alîkariyên hevpeymanan û 135 milyon ji Bexdayê jê re hatin, ango bi diravên Bexdayê mehane 5 milyon dolar kurtanîn heye û bêyî Bexdayê kurtanîn 140 milyon dolar e. 2

Xaleke din, dahata navxwe ya Herêma Kurdistanê girêdayî dahata petrolê ye. Gava nirxê petrolê dadikeve, dahata navxweyî ya “ne-neftî” zêde dibe û berovajî vê yekê, bi rastî di vê de jî mîna Iraqê, di nava 10 salên borî de li gor amarên fermî, xerciyên giştî û xerciyên serfkirinê li Herêma Kurdistanê bi şêweyekê ji %71 bû %86.34, ango bi rêjeya %15.34 zêde bû! Berevajî vê, lêçûnên veberhênanê wek ku tabloya hejmar 1 nîşan dide kêm bûne.

Tablo 1: Xerciyên giştî (milyon dolar) li Herêma Kurdistanê 2007-2021

Rêjeya hikûmetê bo veberhênanêRêjeya xerciyên bikarbirinêXerciyên giştî (milyon dolar)Sal
29%71%7,847.62007
37.80%62.20%7,628.782008
26%74%8,857.262009
31%69%11,432.182010
30%70%13,9402011
24.10%75.90%15,245.82012
31.50%68.50%16,945.752013
7,999.682014نیوە
2015*
2016*
2017*
13.66%86.34%8,5202018
13.66%86.34%8,5202019
13.66%86.34%8,520,0002020
3.6%96.4%4,2122021**

Nîşe, * Ev nîşan dide ku daneyên dirust ne berdest in.

** Tenê şeş mehên pêşîn ên 2021ê.

Jêder: Endeksa Azadiya Aborî 2021, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Plandanînê 2012, Koma Banka Cîhanî 2016, Tora Medyayî ya Rûdawê 2020, Destkeftên Kabîneya Nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê 2021.

Enflasyona nirxan li Herêma Kurdistanê ji ya Amerîkayê bilindtir e

Enflasyon pîvana komek berhem û xizmetguzariyan di heyameke diyarkirî de dike, ka çiqas biha bûne, bi gelemperî di salekê de tê destnîşankirin 3. Li gor Trackera Financial Times-ê 4, enflasyona nirxan ji bo kelûpelan li piraniya welatan asta xwe ya herî bilind di dema dehsalekê de tomar dike, bi şêweyekê ji piştî şerê Ukraynayê ve bihayên enerjî û madeyên xwarinê zêde bûne û hêza kirîna malbatan li piraniya welatên cihanê kêm bûye. Her wiha tomarkirina rêjeyên bilind ên enflasyonê yên li hin welatan vedigere beriya destpêkirina şerî jî.

Rêjeya enflasyonê yan bilindbûna nirxan li Herêma Kurdistana di îsal de asteke nimûneyî tomar kir, bi şêweyekî di meha Nîsana 2022an de rêjeya enflasyonê ji %109.03 bû, ango li gor sala bingehîn bi rêjeya ji %9.03 û li gor sala 2021ê bi rêjeya ji %7.39 bû. Li gor sala 2020an bi rêjeya ji sedî 10.43 nirx bilind bûn, eger em xwe bi welatên cîran û welatên pêşkeftî re jî bidin ber hev, cudahiyeke mezin heye, wek mînak rêjeya enflasyonê li Tirkiyeyê di meha Nîsanê de gihişt ji sedî 69.97an, ku di 20 salên borî de bilindtirîn rêje ye 5. Her wisa Li Amerîkayê di meha Nîsanê de enflasyon ji sedî 8.3 bû, ku wek rekoreke 40 salî di bilindiya enflasyonî de li Amerîkayê tê hesibandin 6 û li Iraqê Banka Cîhanî pêşbînî dike ku ji bo 2022an bibe ji sedî 3.3 7, ango cudahiyeke mezin di enflasyonê de li Herêma Kurdistanê li gor Iraqê û Tirkiyê û welatên dîtir heye.

Her wiha, wek di grafîkê de derdikeve bilindtirîn rêjeya enflasyonê li ser asta parêzgehan li parêzgeha Duhokê û nizmtirîn asta enflasyona nirxan jî li ser asta parêzgeha Silêmaniyê bû di van çar mehên îsal de li gor çar mehên sê salên din.

Grafîk 1: Rêjeya enflasyona çar mehên ewil ên sala 2022an li gor sê salên borî

Rêjeya enflasyona çar mehên ewil ên sala 2022an li gor sê salên borî

Rêjeya enflasyona çar mehên ewil ên sala 2022an li gor sê salên borî

Herêma Kurdistanê ji sala 2012an ve rêjeya enflasyonê li ser asta parêzgehan û madeyên xwarinê diyar dike, li gor rapora herî dawî ya desteya amarê, sedemên bilindbûna rêjeya enflasyonê di Nîsana 2022an de, li gor nîsana 2021ê, vedigere bo enflasyona di nirxên xwarinê de li xwaringehan bi rêjeya ji sedî 13.3, li dû wê jî materyalên xizmetguzariyê bi rêjeya ji sedî 12.7, pêwendî bi rêjeya ji sedî 12.1 û xwarin û vexwarinên bêalkol jî bi rêjeya ji sedî 10.1 hwd.

Di aliyê salane de jî, li gorî rapora Desteya Amarên Herêma Kurdistanê, rêjeya enflasyonê di sala 2021ê de gihaştiye ji %103.5, û li gorî sala bingehîn bi rêjeya ji %3.5 bilindbûn tomar kiriye û her wiha li gorî sala 2020an bi rêjeya ji sedî 7.5 bilind bû, wek ku di grafîka 2 de hatiye. Li ser asta parêzgehên Herêma Kurdistanê jî, di sala 2021ê de li gorî 2020an, bilindtirîn asta rêjeya enflasyonê li parêzgeha Duhokê bi rêjeya 8.2%, piştre li Silêmaniyê bi rêjeya 8% û îcar parêzgeha Hewlêrê bi rêjeya 7.8%.

Grafîk 1: Rêjeya enflasyona salane û li ser sala bingehîn a 2012 li Herêma Kurdistanê ji 2009 ta 2021ê.

Rêjeya enflasyona salane û li ser sala bingehîn a 2012 li Herêma Kurdistanê ji 2009 ta 2021êJêder: Desteya Amara Herêma Kurdistanê, rapora salane 2021, sala bingehîn a danberhevê sala 2012, ku ji %100 e.

Xerciyên malbatan li Herêma Kurdistanê çi ne?

Xerciyên malbat yan malan ji tibaba lêçûna dawî ya bikarbirinê ji hêla malbatan ve ji bo peydakirina hewcedariyên xwe yên rojane pêk tên wek xwarin, cil û kinc, xanî (kirê), veguhastin, enerjî û kelûmel û xizmetguzariyên dinê ku ev jî bi şêweyekî normal nêzîkî ji% 60ê berhema navxweyî GDPyê pêk tîne û guhertoyeke bingehîn e ji bo analîza aborî, nemaze daxwazê 8.

Herêma Kurdistanê xerciyên malan ên sala 2021ê weşand 9, bi şêweyekî ye wek di grafîka sêyem de hatiye, ya balkêş ew e ku li ser asta Herêma Kurdistanê û parêzgehên wê jî, xerciyên malan ji bo vexwarinên alkol û tûtinê bilindtirîn rêjeya sedî li gor 11 celebên din ên xerciyê tomar kiriye. Li ser asta Herêma Kurdistanê ji %10.3 û li ser asta parêzgeha Hewlêrê 11.4%, parêzgeha Silêmaniyê 9.1% û parêzgeha Duhokê 10.9%, lê xwarin û vexwarinên bêalkol li ser Herêma Kurdistanê ji 7.5% bû di wê salê de.

Xerciyên malbatan bo xwaringehan di sala 2021ê de li gorî cureyên din ên cihê yên malbatê li Herêma Kurdistanê rêjeya herî nizm pêk aniye, bi şêweyekî li ser asta Herêma Kurdistanê ji %6.7 bû, û li ser asta parêzgehan jî Duhok nizmtirîn e bi rêjeya ji %5.2 û Silêmanî jî bi rêjeya ji %7.2 bilindtirîn e, li grafîka 3 binêre ji bo hemû cureyên cihê yên malbatan li Herêma Kurdistanê.

Grafîk 3: Xerciyên malan di sala 2021ê de li ser asta parêzgehan û Herêma Kurdistanê

Xerciyên malan di sala 2021ê de li ser asta parêzgehan û Herêma Kurdistanê

Xerciyên malan di sala 2021ê de li ser asta parêzgehan û Herêma KurdistanêPaşeroja şêniyan; Geşkirineke hêdî li hundir û hatineke bikom ji navend û başûrê Iraqê

Li gorî detayên desteya statîstîka Herêma Kurdistanê 10, rêjeya zêdebûna şêniyan li Herêma Kurdistanê ji hemû parêzgehên din ên Iraqê kêmtir e, lê ji aliyê nifûsê ve rêjeya rûniştvanên Herêma Kurdistanê li Iraqê di dema nîv sedsala borî de zêde bûye. Bi şêweyekî ji tevaya niştecihên Iraqê di sala 1965an de, rêjeya rûniştvanên Herêma Kurdistanê rêjeya ji %11.3 bû, lê di sala 2020an de gihaştiye rêjeya ji %15.3, ango bi rêjeya ji %4 zêde bûye.

Vêga guhertinên jîngehê, guhertinên aborî û guhertinên hêza kar wisa ne ku tê çaverêkirin li bajarên mezin, nemaze li navendên bajaran, guhertinên bilez di demografiya şêniyan de biqewimin, heke du ta sê dehsalan berî niha niştecihbûna ereban li nav axa Başûrê Kurdistanê wek erebkirinê dihat dîtin, lê niha ne tenê dikarin bi cih bibin, çi bigire di warê mal û milkan de jî tişt bi navên wan tên tapokirin. Ji ber vê jî tê pêşbînîkirin ku ji ber rewşa Iraqê û cudahiya rewşa navenda bajarên mezin ên Herêma Kurdistanê hejmara kesên ku ji naverast û başûrê Iraqê tên û li Herêma Kurdistanê niştecih bibin, zêde bibe.

Xaleke din jî, belavbûna bêkarî û hejariyê li naverast û başûrê Iraqê ye ku li gorî amarên fermî gihîştiye çaryeka nifûsê, ango ji her çar Iraqiyan yek bêkar û hejar e! Ji ber wê jî metirsiyên hêdîbûna geşepêdana navxwe û geşbûna bilez a niştecihên din ên Iraqê peyda dibe, ji ber bandoreke bilez datîne ser milê hikûmetê û samanên sirûştî, di demekê de ku rewşa xizmetguzarî û fişaran li ser samanên sirûştî li Herêma Kurdistanê, çi av be yan enerjî be diyar û berbiçav e.

Tablo 4: Hejmar û rêjeya şêniyên Herêma Kurdistanê li Iraqê

NîşeRêjeya şêniyên Herêma Kurdistanê li IraqêŞêniyên Herêma KurdistanêŞêniyên IraqêSal
Jêdera detayan serjimêrî11.30%902000080000001965
Jêdera detayan serjimêrî12.30%2015466163350001987
Jêdera detayan serjimêrî13%2861701220462441997
Jêdera detayan texmîn14.80%5332600360045522014
Jêdera detayan texmîn15.30%6171083402230002020

Jêder: Desteya Îstatîstîka Herêma Kurdistanê, Rapora Analîza Nifûsa Herêma Kurdistana Iraqê, Sibata 2021ê

Xaleke din a şêniyên Herêma Kurdistanê ew e ku civakeke ciwan e, ango di warê demografî yê şêniyan de jê re “xelata şêniyan” tê gotin, ji ber ku di vê rewşê de civak xwedî hêzeke kar û destekî kar ê ciwan e ku dikare pêwîstî û xizmetguzariyan pêk bîne. Wek mînak rêjeya ji % 35ê şêniyên Herêma Kurdistanê di bin 15 saliyê de, nêzîkî %28 temenê wan di navbera 15-29 salî de ne, ku bi hev re %63 ji tevahiya nifûsa Herêma Kurdistanê pêk tîne.

Ewlehiya xwarinê û siberoja dabînkirina berhemên bingehîn wek genim, ceh û birinc?

Pêwîstiya ewlehiya xwarinê yan dabînkirina pêdiviyên bingehîn bi berhemanîna navxweyî heye, ku ev jî hîn negihîştiye astekê ku bikare were palpiştîkirin û şîyana wê ya rikeberiya di bazaran de hebe. Di rastiyê de, ji ber guherînên avûhewayê, nemaze piştî şerê Ukraynayê, ango cîhan di 24ê Sibatê de derbasî qonaxeke nû bû, bi şêweyekî ku ne tenê zilhêz, lê hemî welatên cihanê xwe ji bo bihabûna kelûpelan û berhemên bingehîn di salên bê de amade dikin. Ev jî bi sedemên şer, qutbûna rêza dabînkirin û guherînên seqayê.

Xweşbextan e rûbera ku li Herêma Kurdistanê bi berhemên sereke tê çandin her ku diçe zêde dibe 11, lewra li gorî Desteya Amarên Herêma Kurdistanê sal bi sal zeviyên ku bi ceh û genim li Herêma Kurdistanê tên çandin zêde bûne. Bi şêweyekî ku asta berhemanîna genim di sala 2019-2020 de gihîştiye bilindtirîn asta xwe ku dora 3 milyon tonan bû, lê li gorî detayên Wezareta Çandiniyê, di îsal de (2022) tibaba berhemanîna genim nêzîkî 400 ta 500 hezar ton dibe 12, ku ev jî tê wateya ku berhema genim di sala 2022an de dê bibe yek ji şeşan ji genimê du salên berê, ji ber vê yekê gava sereke ji bo dabînkirina ewlehiya xwarinê ku genim e pêwîst e, çunke salane pêdiviya Herêma Kurdistanê bi 1 milyon tonî heye û ev jî nîvê wê tibabê ye.

Ji bo rûbera çandinî û tibaba salane ya berhema genim û ceh li Herêma Kurdistanê li tabloya 2 binêre.

Her wisa gefeke din ji gefên li ser ewlekariya xwarinê nemana êm, elif, giya û çêrgehan e. Ev jî rasterast bandorê li ser gundî, cotkar û sewaldaran dike ku li gorî detayan rûbera cehê çandî kêm bûye, wek di tabloya duyemîn da hatiye nîşandan.

Tablo 2: Cihên çandî, tibaba çinîn û berhema genim û ceh li Herêma Kurdistanê

Genim li Herêma KurdistanêCeh li Herêma KurdistanêSal
Berhem (ton)birişt (Kg / donim)Rûber (donim)Berhem (ton)birişt (KG / donim)Rûber (donim)
321,513300.61,482,205191,979262731,7592002-2003
321,513300.61,069,537278,5692621,065,0142003-2004
374,408235.21,591,690437,2493101,412,1752004-2005
391,896289.81,352,448325,7542081,565,9732005-2006
654,601406.71,609,580610,1183511,736,9202006-2007
216,072144.31,497,10469,73370992,8552007-2008
558,658252.12,216,287370,9522731,357,6702008-2009
624,678248.52,514,205213,9551961,091,2952009-2010
398,752153.32,601,23956,549123460,9422010-2011
381,284167.92,270,50341,740123339,4072011-2012
1,035,864458.42,259,673140,020342409,3492012-2013
882,585331.82,660,297194,637294663,0742013-2014
1,097,427334.53,281,048204,758218939,8202014-2015
1,686,784527.83,195,596183,655244752,2802015-2016
1,019,281538.12,659,08690,941325347,0882016-2017
1,323,426350.63,774,612128,614224575,2562017-2018
2,426,9627353,304,047281,347427658,8102018-2019
2,907,4017074,114,677271,152516525,4722019-2020

Çavkanî: Desteya Amarên Herêma Kurdistanê, 2022

Birinc xwarineke din ji xwarinên bingehîn e, li ser asta cihanê piştî genim bi pileya duyem tê û di hêla berhemê de jî di dexlûdanan de di pileya sêyem de ye. Li gorî daneyên Wezareta Çandiniyê ku desteya amaran weşand, tibaba berhemanîna birinc di nava dehsaliya borî de ji 3.4 hezar ton ji bo 20.4 hezar tonî zêde bû û roleke giring a parêzgeha Duhokê di asta zêdekirina berhemanîna navxwe ya birinc de hebû; ku li gorî detayên Wezareta Bazirganî, birincê bikarhatî ji bo her takekesekê li Herêma Kurdistanê zêdetirî 30 kîlogram e 13.

Her wisa salane nêzîkî 250 hezar ton birinc li bazarên Herêma Kurdistanê tên firotin. Mîqdara sermayeya ku ji bo kirînê diçe derve, dora 250 mîlyon dolarî ye. Bi vî awayî jî, wek ku di tabloya 3 de jî tê nîşandan, berhema birincê navxwe tenê ji %32ê pêdiviya navxweyî bi cih tîne û ji %68 jî ji derve tê hawirdekirin 14.

Tabloya 3: Berhema birinc bi (ton)an li parêzgehên Herêma kurdistanê.

Tevahiya berhema birinc li Herêma KurdistanêBerhema birinc li Parêzgehên Silêmanî û HelebceyêBerhema birinc li Parêzgeha DihokêBerhema birinc li Parêzgeha HewlêrêSal
3,411112520272582009
15,2741024138791512010
5,026112637501502011
3,68369525064822012
5,2762,0833,132612013
7,24421435061222014
6268173039805582015
4,9341,68231341182016
10,87430357,811282017
13,48633419,382.4762.52018
19,4533,353158112892019
20,40090*19,3659452020*

Jêder: Rojnameya Rûdawê, hejmar 405, rûpel 8, roj 25.04.2016, Desteya Amara Herêma Kurdistanê.

* Di sala 2020ê de parêzgeha Silêmaniyê tenê ya Germiyanê ye, amarên parêzgehên Silêmanî û Helebceyê ne tê de ne.

Guhertinên seqayê û encamên wan ên aborî

Li gorî lêkolîneke Enstîtuya Re-Swissê 15, dibe ku ji ber guherînên avûhewayê ango seqayê heta sala 2050î, aboriya cîhanê bi rêjeya ji sedî 10 ji tevahiya bihayê xwe yê aborî ji dest bide. Her wisa di lêkolînê de hatiye destnîşankirin ku bandora herî mezin a guhertina avûhewayê ew e ku dikare ji sedî 18ê geşbûna berhema navxweyî GDP ji aboriya cîhanê heya sala 2050î ji holê rake, heke pileya germahiya cihanê bi 3.2 pileyên sîlîzî bilind bibe.

Encamên guherînên seqa û keşûhewayê li Herêma Kurdistanê diyar bûne û bi rengekê ji rengan bandoreke mezin li ser ewlekariya xurek, debara jiyana malbatan û ziyanên canî û malî kir. Di sala 2021ê de û bi tenê li Hewlêrê du lehiyên mezin di 30ê Cotmehê û 17ê Kanûna Yekem de çêbûn. Ji bilî ziyanên madî ku bi dehan milyon dolar bû, 8 kesan bi sedema şapê jiyana xwe ji dest da 16. Bi rastî, çend carên dî û li çend dever û cihên dî lehî bû sedema ziyanên aborî yên mezin.

Vêga jî ji ber girtina çavkaniyên avê ku diherikin nav axa Herêma Kurdistan û Iraqê, ewlehiya avê ketiye bin metirsiyeke mezin û welatî ji ber nebûna ava dabînkirî ya rojane li bajar û bajarokan xwepêşandanan dikin. Wek ku di tabloya 4 de diyar dibe, li Herêma Kurdistanê pênc çem û liqên çeman hene, ku dahata ava wan a salane 29.2 17 milyar metrên sêca ye, ku hemû çem û liq jî nêzîkî rêjeya ji nîvî zêdetirê dahatê, pişta xwe bi derve ve asê dikin.

Bi rastî, dabînkirina ewlehiya avê dikare di geşkirina aboriyeke domdar de roleke mezin bilîze 18, ji ber vê yekê jî, wek mînak, li ser bingeha analîza zanistî ku Claudia Sadovê li ser têkiliya geşiya aborî û ziwabûnê kiriye, diyar bûye ku li Brazîlyayê, kêmkirina bandorên hişkesaliyê dibe sedema bilindbûna geşiya berhema navxweyî ya tak GDP bi rêjeya ji %7 19.

Tablo 4: Çavkaniyên avê yên Herêma Kurdistanê

Rêjeya dahata avê li derveyî Herêma KurdistanêRêjeya dahatê li nav Herêma KurdistanêTibaba dahata ava salane (milyar sêca)Dirêjî bi kmRûbera avrêjê (km2)Çem/Liq
58%42%41606240Xabûr
42%58%12.147326470Zêyê Mezin
36%64%9.145622250Zêyê Biçûk
59%41%4.138632000Sîrwan
0%100%22011690Ava Spî
29.2Tevahiya dahata salane

Jêder: Desteya Amarên Herêma Kurdistanê, Kurteya Amarên Çavkaniyên Avê 2019.

Herwiha, ji ber ziwabûn û kêmbûna baranê li Herêma Kurdistanê, berhema çandiniyê daket ji şeşê yek, ango encamên aborî yên guherîna keşûhewayê li Herêma Kurdistanê bi zelalî xuya bûne. Herwiha wek ku di grafika 4 de diyar dibe, hejmara bîrên ku ji bo vexwarinê li parêzgehan û Herêma Kurdistanê hatine kolandin her ku çûye zêde bûye, bi şêweyekê di sala 2019an de hejmara hemû bîran gihîştiye zêdetirî 12 hezarî, ev di demekê de ye ku hejmara bîrên neyasayî du qat ji vê reqemê zêdetir e! 20

Di dema borî de, ji ber kêmbûna dabînkirina avê, hejmara bîrên ava vexwarinê û yên projeyên çandinî û pîşesazî zêde bû, bi rengekê di 2013an de hejmara bîrên ava vexwarinê li Herêma Kurdistanê gihîşt 10 hezar û 958 bîrên avê. Lê di sala 2019an de ji bilî bîrên neqanûnî gihîşt 12 hezar û 266 bîran. Ji ber vê jî rêkxistina çavkaniyên avê û pêdaçûna bi dahata ava salane û pêwîstiyan û rêkxistina samanê avê li Herêma Kurdistanê dikare ewlekariya avê dabîn bike û bi vê rêyê jî ewlekariya xwarinê bi vejandina sektora çandiniyê û peydakirina kar, pêş bixe.

Grafîk 4: Hejmara bîrên ava vexwarinê, projeyên çandinî û bazirganî di 2013, 2016 û 2019an de.

Hejmara bîrên ava vexwarinê, projeyên çandinî û bazirganî di 2013, 2016 û 2019an de.

Hejmara bîrên ava vexwarinê, projeyên çandinî û bazirganî di 2013, 2016 û 2019an de.

Paşeroja petrolê; encamên piştgirêdana bi yek-jêderiya dahatê li Herêma Kurdistanê

Li gorî rapora Wezareta Samanên Xwezayî li ser dahat û xerciyên petrolê ku ji 2007 heta 2021ê, ku ji aliyê Deloitte-ê ve hatiye pêşkêşkirin, bi berdewamî nîvê dahata petrolê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re vegeriyaye, wek ku di grafîka 5 de hatiye nîşandan. Her wisa, dahata nefta hinardekirî di 2007 de 0.29 milyar dolar bû û di 2021ê de gihaye 8.97 milyar dolaran, bi eynî rengî jî di 2017ê de dahata hinartina neftê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê 0.030 milyar dolar bû û di 2021ê de bilind bû û bû 3.17 milyar dolarî.

Li gorî raporên hikûmeta Herêma Kurdistanê, dahata petrolê rasterast ji bo dabînkirina mûçeyên karmendan tê terxankirin, ku ev jî di zanîna aborî de yan jî birêvebirina jêderên xwezayî de jê re “laneta çavkaniyê” ango Resource Curse tê gotin, ji ber ku divê dahata çavkaniyên xwezayî “neft û gaz” ji bo projeyên veberhênanê be.

Her wiha Xezal Ebdullah di pirtûka xwe ya bi navê “Dîzaynkirin û bihêzkirina şiyana dezgehvanî ji bo rêvebirina çavkaniyên neft û gazê: Doza Herêma Kurdistanê” di rûpelên 33 û 83an de diyar dike ku çawa dahata pîşesaziya neft û gazê bûye sedema kêmbûna sermayeya dûgelê û hilberîna li derveyî sektorên din û di doza Herêma Kurdistanê de, çawa ezmûna Azerbaycan û Nîjeryayê ducar dibe li şûna ku modela Norwêjê ya birêvebirina neft û çavkaniyên xwezayî were dubarekirin.

Bi rastî, biryara destpêkirina pîşesaziya neft û gazê li Herêma Kurdistanê û hatina kompanyayên navdewletî yên warê petrolê, deriyekî nû yê aborî li pêşiya Herêma Kurdistanê vekir, lê piştgirêdana Hikûmeta Herêma Kurdistanê û girêdana hemî dahata hikûmetê bi petrolê ve, yan tak-çavkaniya dahatê, metirsiyên vê aboriyê zêdetir kir. Ji ber ku guhertinên di bihayên neftê de, guhertinên jeopolîtîk û pabendiyên avûhewayê li paşerojê, dibe ku dahatên neftê bisînor bikin, ku wê çaxê ew dahat jî ku vêga nîvê wê lê vedigere, bi dest nakeve.

Grafîk 5: Tibaba dahata nefta hinardekirî û dahata ku ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê 2003-2021 vegeriyane.

Tibaba dahata nefta hinardekirî û dahata ku ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê 2003-2021 vegeriyane

Tibaba dahata nefta hinardekirî û dahata ku ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê 2003-2021 vegeriyaneÇavkanî: Rapora Deloitte, rapora Wezareta Çavkaniyên Xwezayî, rapora Miss Têbînî, salên 2015 û 2016ê de, dahata hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hinartina petrolê ne tê de ye.

Dawî

Piştgirêdana bi kelûmelên hawirdekirî, enflasyona aborî, yekjêderiya dahatê, guherînên avûhewayê û zêdebûna bilez a nifûsê, pêwîst dike ku Herêma Kurdistanê bilez pêdaçûnê li aboriya xwe bike û pênaseyeke zelal bide aboriya Herêma Kurdistanê ku wê ber bi qonaxeke nû ve bibe 21, ku bikaribe xwe li hember guhertin û faktorên navxwe û derveyî bigire.

Bi rastî, em vêga nikarin tu cure modeleke aborî li ser Herêma Kurdistanê ferz bikin, ev jî ji ber wê tevlihevî û aloziya ku di pergalê de tê meşandin. Her çend behsa bazara azad tê kirin jî, lê kert û cemserên girîng ên aborî ketine bin serweriya yekdestdariya tam ku li endeksa azadiya aborî ya Enstîtûya Fraser û Catoyê li ser Herêma Kurdistanê hatiye: “Herêma Kurdistanê sîstemeke navendî ji bo birêvebirina aborî dimeşîne û xerciyên giştî ji bo bicihanîna berjewendiyên siyasî yên partiyên desthilatdar bi kar tîne, her wiha partiyên desthilatdar bi şêweyekî zêde destwerdanan di saziyên hikûmetê û saziyên aborî û civakî de dikin”.

Pêngavên destpêkê ji bo çûna ji aboriya bikarberiyê ber bi aboriya berhemanînê ve 22

– Piştgiriya cotkaran û kampanyayên hişyariya neteweyî ji bo berhemên navxweyî

– Piştgiriya cotkaran û dabînkirina xizmetên sereke

– Hewldan bo piştgirîkirina bazirganiyên piçûk û destekkirina ciwanan li qeza û nahiyeyên li derveyî bajarên mezin

– Pêşxistina sîstema bacê bo dijîtalkirina sîstema bacê li Herêma Kurdistanê.

–  Rêkxistina xercî û dahatên petrolê û komkirina wê di sindoqeke taybet de.

– Pêdaçûna xerciyên hikûmeta Herêma Kurdistanê wek ku di raporên çaksaziyê de hatiye, wek mînak raporta sêyem ku hêj dosyeyên 354 wezîr, şêwirmend û rêveberên giştî û hwd nehatine çareserkirin.

– Rêkxistina saziyan li ser hîmê karkirin û meşandina xizmetguzariyê ji bo welatiyan li Herêma Kurdistanê.

– Berdewamkirina perwerdekirina karmendên sektora giştî di pêkanîn û cîbicîkirina erkên xwe de bi şêweyekî nû yê zanistî.

–  Dabînkirina teknolojiya zanyarî û danîna database-a niştimanî ji bo qadên cuda û girêdana wan bi hev ve ji bo pêkanîna karan.

– Pêdaçûna li ser niştecihbûna şêniyên naverast û başûrê Iraqê li Herêma Kurdistanê.

–  Hewldana bo karkirina bi saziyên cihanî re ji bo avakirina pergala elektronîk.

– Pirrengkirina aborî bi giringîdana bi çandinî, berhemên pîşesazî û geştyarî li Herêma Kurdistanê.

Beriya van hemû tiştan jî, avakirina hikûmeteke dîjîtal a yekgirtî ku fermangeh û wezaretan bi hev ve girê dide, her wisa hewl were dan ji bo yekkirina şiyanan û danîna demê ji bo cîbicîkirina biryarên çaksaziyê û karkirina bo yekxistina statîstîkan û danîna sîstema elektronîkî, nexasim di warê aborî û bazirganî de bi merema bidestxistina detayeke rast ku pêkan be nîşanên sereke yên aboriya Herêma Kurdistanê werin zanîn û nexşerêya dabînkirina ewlekariya xwarinê, ewlekariya aborî û peydakirina kar, refah û xweşjiyaniya hemwelatiyan li Herêma Kurdistanê diyar bike.

Di dawiyê de, eger em guhertinan di pergala vê aboriyê de nekin, wî çaxî ew pileya ku îsal li rêzbenda aboriya cihanê ku 5.15 bû, di aliyên qebareya hikûmet, pergala qanûnî û mafên milet, pere, azadiya bazirganî ya navdewletî û zagon, ewçax bo sala dahatî nimre xerabtir dibe û rewşa aborî jî xerabtir dibe.        

Çavkanî

Auzer, khazal Abdullah. Institutional Design and Capacity to enhance effective Governance of Oil and Gas Wealth: the case of Kurdistan region. Singapore: Springer, 2017.

Government, Ministry of natural Resource Kurdistan regional. Financial Report 2007-2013. Annual Report, Erbil: MNR, 2007.

Fermangeha medya û zanyarî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê – Civata Wezîran/ Fermangeha medya û destkeftên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jibo xurtbûna pêgeha Herêma Kurdistanê li Encûmena Nûneran em hemû deng didin. Hewlêrê/ermangeha medya û zanyarî.2021.

Kurdistan, Desteya Amarên Herêma Kurdistanê/Wezareta Plandanîna hikûmeta herêmê. Hejmara pîvaneyî. Gulan. 2021   

. https://krso.gov.krd/ku/statistics/%DA%98%D9%85%D8%A7%D8%B1%D9%87-%D9%89-%D9%BE%DB%8E%D9%88%D8%A7%D9%86%D9%87-%D9%8A%D9%89 (accessed Hezrîan 14, 2022).

James D. Gwartney, Robert A. Lawson, Joshua C. Hall, Ryan H. Murphy, Justin T. Callais, Rosemarie Fike, Vincent Geloso, Nijdar S. Khalid, Fred McMahon, & Martin van Staden. ECONOMIC FREEDOM OF THE WORLD. 09 17, 2021. ECONOMIC FREEDOM OF THE WORLD (accessed 09 18, 2021).

 Khalid, Nijdar S. The State of the Institutions of Economic Freedom in the Kurdistan Region of Iraq. Annual, Vancouver: Fraser Institute, 2021.

Nîşe:

  1. https://www.fraserinstitute.org/sites/default/files/economic-freedom-of-the-world-2021.pdf
  2. https://govkrd.b-cdn.net/books/The%20Go
  3. https://www.imf.org/external/pubs/ft/fandd/basics/30-inflation.htm#:~:text=Inflation%20is%20the%20rate%20of,of%20living%20in%20a%20country.
  4. https://www.ft.com/content/088d3368-bb8b-4ff3-9df7-a7680d4d81b2
  5. https://www.reuters.com/world/middle-east/turkeys-inflation-surges-20-year-high-70-april-2022-05-05/
  6. https://www.cnbc.com/2022/05/11/cpi-april-2022.html
  7. https://thedocs.worldbank.org/en/doc/6840d5f4a3abb3ebfd58e0c108eb9979-0280012022/original/6-mpo-sm22-iraq-irq-kcm3.pdf
  8. https://data.oecd.org/hha/household-spending.htm
  9. https://krso.gov.krd/ku/statist
  10. https://krso.gov.krd/content/upload/1/root/kurdistan-population-analysis-report-kurdish-v6-final-corrected-29052022.pdf
  11. https://krso.gov.krd/content/upload/1/root/
  12. https://gov.krd/dmi/activities/news-and-press-releases/2022/june
  13. https://www.rudaw.net/sorani/business/04032019
  14. https://www.rudaw.net/sorani/business/180520221
  15. https://www.swissre.com/dam/jcr:e73ee7c3-7f83-4c17-a2b8-8ef23a8d3312/swiss-re-institute-expertise-publication-economics-of-climate-change.pdf
  16. https://www.rudaw.net/sorani/kurdistan/17122021
  17. https://krso.gov.krd/content/upload/
  18. https://www.oecd.org/environment/resources/Water-Growth-and-Finance-policy-perspectives.pdf
  19. https://www.newsecuritybeat.org/2015/08/research-links-water-security-economic-growth/
  20. https://www.rudaw.net/sorani/business/09052016
  21. https://www.ilo.org/wcmsp5/groups/public/@dgreports/@dcomm/@publ/documents/publication/wcms_242878.pdf
  22. https://www.brookings.edu/blog/future-development/2019/02/20/4-lessons-for-developing-countries-from-advanced-economies-past/

Jêder: Rûdaw

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: