PolîtîkRojev

Bila hikûmeta Iraqê bilez pêşiya mûşekbarana Kormorê bigire

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, pêwîst e hikûmeta Iraqê bilez êrişîn mûşekî yên li dijî bîrên gazên yên li devera Kormor bigire.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Bi tundî êrîşa li ser kêlgeha gazê ya Kormorê şermezar dikim, ev çend car in êrîşên terorîstî li ser wê tê kirin.”

Sefîn Dizeyî tekez kir: “Pêwîst e Hikûmeta Federal rêkarên bilez bigire û rê li ber van mûşekbaran bigire.”

Sefîn Dizeyî her wiha dibêje, ji bo parastina jiyana karkeran û xelkê deverê,  Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê her gavekê bavêje.

Back to top button