Rewşa dawî ya Erdhejê

Erdheja li bakurê Kurdistanê û Tirkiye, li 10 parêzgehan de wêraniyeke mezin çêkir, heta niha 5 hezar û 894 kes mirin û 34 hezar û 810 kes jî birîndar bûn. Hejmara avahiyên hilweşiyane jî 5 hezar û 775 e. 

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li parêzgehan berdewam dikin, geşedanên dawî yên derbarê erdhejê de wiha ne:

Demjimêr 08:33 Tîma lêgerîn û xilaskirinê ya ku ji 161 kesan pêk tê piştî erdhejên li Mereşê ji aliyê DYAyê va ji bo beşdarî xebatên lêgerîn û xilaskirinê bibin ketine rê.

Demjimêr 08:03 41 kesên ku di erdheja Meletiyê de birîndar bûbûn bi balafirên leşkerî sewqî Stenbolê hatin kirin. Hate hînbûn ku birîndar dê sewqî Nexweşxaneya Bajêr ya Başakşehîr Çam û Sakura û nexweşxaneyên din ên cuda bên kirin.

Demjimêr 07:25 Keştiya ku malzemeyên alîkariyê û alavên înşaatê ber bi parêzgehên ku ji ber erdhejê zirar dîtine dibirin, ji Bendera Çeşmeyê ber bi Bendera Îskenderûnê ve bi rê ket. Keştî dê di nava 40 saetan de bigihêje Bendera Îskenderûnê.

Demjimêr 07:11 Serokên Odeyên Tabîban ên Riha, Adiyaman, Osmaniye, Hatay, Mereş, Edene û Diyarbekirê ku herêmên erdhejê ne, li ser rewşa dawî ya nexweşxane û birîndaran axivîn: Barek gelek giran li ser karmendên tenduristiyê ye,lê em bi hêzek gelek mezin hewldidin ku karê xwe herî baş pêkbînin.

Demjimêr 04:49 Li Hatayê Mona Gazel (52) û Necla Melek (74) piştî 48 saetan ji bin xirbeyên avahiyek apartmanê ya wêranbûyî hatin rizgarkirin.

Demjimêr 04:00 Di ser karesatê re 47 saet derbas bûn, xebat dewam dikin. Bi şev li Hatay, Mereş û Adiyamanê 3 jê zarok 11 kes bi saxî hatin rizgarkirin.

Demjimêr 00:40 Biryara Rewşa Awarte li 10 parêzgehan di Rojnameya Fermî de hat weşandin

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: