Polîtîk

Serokwezîrê Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Tirkiyê pêwendiyeke telefonî pêkanîn

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu pêwendiyeke telefonî encam dan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe û ya Herêma Kurdistanê ji bo malbatên qurbaniyên erdhejê, ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê re gihand û hêviya başbûna bilez ji bo birîndarên vê karesatê xwest.

Mesrûr Barzanî herwiha hemû amadebûnên Herêma Kurdistanê ji bo hawarçûna ziyandîtiyên erdhejê nîşan da.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir ji bo hevxemî û alîkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Back to top button