
Partiya Demokrata Kurdistana Suriye rêxistina Efrînê ji bo arîkariya qurbaniyên erdheja Efrînê bang, raya gistî û hemû cîhanê dike.
BANGA RÊXISTINA PDK-Sê:
Ji raya giştî ya cîhanê, rêxistinên mirovî û xêrxwazî û hikûmetan re:
Bi navê qurbaniyên ku hîn di bin kavilan de ne û birîndaran, bi navê hezaran jin û zarokên ku li erdê radizên û asman banê wan e û bi navê dayikên dilşewitî, em bang li we dikin ku giyanê her kesî rizgar bikin û hemû tiştên pêwîst ji bo ziyandîtiyên vê karesata ku bi serê niştecihên herêma Efrînê û bi taybetî bajarokê Cindirêsê de hatiye, pêşkêş bikin.
Her wiha em bang li rêhevalên xwe yên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye yên li her derê dikin ku bi tevahî seferber bibin û çi ji destê wan were, ji qurbaniyên erdhejê re bikin.
Em ji şehîdên me re dilovanî û ji birîndarên me re jî başbûnê dixwazin.
Efrîn 7/2/2023
Rêxistina Efrînê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye