Cîhan

Alîkariya mexdûrên erdheja Kurdistanê bikin!

Li Kurdistana Bakûr, di roja 6’ê Sibatê 2023’an da, li derûdora bajarên Dîlok/Entep û Elbîstanê erdhejek pêkhat. Erdhej bû sedema wêranî û malxirabîyê. Bi hezaran kes jîyana xwe ji dest dan, bi deh hezaran kes birîndar bûn û bi hezaran jî di bin axê da man. Kesên sax mane jî, ji ber metirsîya erdhejên nû, nikarin wegerin malên xwe û di vê çila zivistanê da metirsîya qerisandinê heye. Piştî zulm û zêrandin, çewisandin, zext û cudakarîyên dewletê yên ku bi dehan salan in hemberê gelê Kurd berdewam dikin, di ser da, îro jî bi deh hezaran Kurd rûbirûyê felaketa xwezayî bûne.

Navenda Yekitîya Komelên Kurdistanî li Almanya – ZVK-KOMKAR e.V, vê felaketa xwezayî bi xemgînî dişopîne. Pir kes ji bo alîkariyê bangê me dikin. Pir kes hîn jî xilaskirina xizmên xwe hêvî dikin û metirsîya bê awahî mayînê dikin. Di rojên pêş da, betanî, cil û bergên germ û pêdivîyên din ên alîkariyê, wê bibin daxwazek mezin. Niha di gelek astan da pêdivî bi alîkarîyê heye.

Navenda Yekitîya Komelên Kurdistanî li Almanya – ZVK-KOMKAR e.V., li gel Kurdistan Kultur- und Hilfsverein e.V. ji bo alîkarîyê kampanyeyek vekirîye. Hûn dikarin li ser hesabê jêrin, alîkarîya xwe bi rê bikin.

Dem dema alîkarîyê ye!

Wan mexdûran bi tenê nehêlin!

Hesabê bankê:

Spendenkonto für Erdbeben Türkei/Syrien

IBAN: DE183006060100021511391

Stichwort: Spende Erdbeben Kurdistan 2023

Back to top button