Civak

Li herêma erdhejê Rewşa Awarte hat ragihandin

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan di roja duyemîn a erdhejê de daxuyanî da.

Erdogan diyar kir ku di gihandina malzemeyên alîkariyê de hê jî pirsgirêk heye, kesên ku li herêmê karsaziya dikin bila bikevin rê û wiha got: “Em ne tenê di dîroka Komara xwe de, di heman demê de li erdnîgariya me û cîhanê bi felaketeke herî mezin re rû bi rû ne.

Erdogan da xûyakirin ku, li 10 parêzgehên ku erdhej lê bûne rewşa awarte hatiye ragihandin.

Erdogan got:

Ji bo giraniya karesata erdhejê û bandorên wê hewce dike ku em tedbîrên awarte bigirin. Em 10 parêzgehên ku erdhej lê çêbûyî de weke herêmên felaketê yên di jiyana giştî de bi bandor îlan dikin. Ji bo ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê û xebatên paşerojê bi lez bên kirin, me biryar da ku li gorî erka Destûra Bingehîn daye me, rewşa awarte were ragihandin. Di derbarê vê biryarê de, ku dê 10 parêzgehên ku erdhej lê çêbûne û dê 3 mehan bidome, emê bilez proseya Parlamentoyê temam bikin.

Back to top button