
Dezgeha Xêrwaziya Barzaniyan bê çendîn alîkarî û anbulans ji brayên xwe re şandine. Binerin û bibînin bê çawa bê ku wextê derbas bikin bi hemî îmkan û hêza xwe ya nîvdewletî alîkariya brayê xwe dike.

Bûbê Eser
Hemî cîhan û kurdên li cîhanê dîtin û fêmkirin ku tenha kurd dikarin bi alîkariya hevdu ve rabin. Kurd dikarin destên xwe dirêjî brayê xwe yên ku pêwîstiya wan ji wî destê alîkariyê heye. Me dît û bihîst ku piraniya karsaz, dewlemd û yên xwedî hebûn, bi alîkariya brayê xwe ve rabin. Ev cihê kêfxweşiyê ye.
Aha me dît azadiya Kobanê bi ketina pêşmêrgeyên qehreman pêk hat. Aha me dît û em bûne şahidê wê yekê ku di erdhêja bakurê Kurdistanê de berê dewleta tirk hêzên alîkariya başûrê Kurdistanê amade bû bûn. Bi hemî kêm îmkanên xwe bi alîkariya brayê xwe ve rabûn. Bratî û dostanî di rojên teng de diyar dibe.
Divê êdî kurd heşê xwe bidin serê xwe û dev ji bratiya gelan, bi dostaniya dijminan û bi dîjminatiya hevdu ve ranebin. Ka binerên ew kes û partiyên li dij Barzaniyan heta niha ji gelê xwe yên dibin kavilan de mane çi kirin? Ji birîndaran re çi derman û alîkarî xuliqandin. Roj ne roja pesindayîna xwe ye. Roj roja ku kî dikarin çawa bi alîkariya brayê ve rabin.
Binerên û bibînin bê hukumeta herêma Kurdistana başûr, li gel Dezgeha Xêrwaziya Barzaniyan bê çawa alîkariya brayên xwe yên rojava û bakur kirin. Bi vê nîvdewletiya xwe berî herkesan ew bi alîkariya brayên xwe ve rabûn. Lê hê jî hin xêrnexwaz hene dixwazin vê weke derewekê bi nav bikin. Ji ber ku hemî jiyana wan bi xwe derew e.
Divê êdî em bizanibin, ji kurdan pêve tu kes nabin brayê kurdan. Pêwîst e êdî bê dîtin ku ev serê sed salane Barzanî çima û ji bona çi şerê azadiya gelê xwe didin.
Gelo ew kesên çav li wan wêneyên ambulansên ji başûr hatine bakur ku alîkariya brayê xwe bike û wan ji bin kavilan derxin, bikevin wê çi bifikirin? Gelo bi rastî jî wê bifikirin ku Barzanî dijminê gelê kurd e? An çi dema pêwîstiya kurdan ji alîkariyê hebe wê bi alîkariya wî û wan ve ra be???
Carekê binerên û bibînin ku hê Barzanî nîv dewlet e û bi nîvdewletbûna xwe jî her car bi alîkariya brayê xwe yên kurdên perçên din ve rabûne û radibin. Ji bona alîkariya wan çi ji destê wan tê dike.
Binerên û bibînin ku di vê kerasat û erdhêja ku li bakur û rojavayê Kurdistanê pêk hatiye Dezgeha Xêrwaziya Barzaniyan bê çendîn alîkarî û anbulans ji brayên xwe re şandine. Binerin û bibînin bê çawa bê ku wextê derbas bikin bi hemî îmkan û hêza xwe ya nîvdewletî alîkariya brayê xwe dike.
Gelo wan partî û kesên dijminatiya Barzaniyan dikin, ka heta niha ji gelê xwe re çi kirin û wê bikin. Ferqa Kurdistanîbûnê ev e. Divê êdî kurdên me vê baş bizanibin û fêr bibin ku dost di rewşên dijwar de bi alîkariyên xwe têne nasîn.
Ma gelo êdî gotin ji vê re dibê?
Careke din sersaxiyê ji malbatên kesên wan canê xwe ji dest dane dikim û şîfayê ji kesên birîndar re dixwazim. Hêvîdarim ku êdî kurd rewşa li ber çavan baş binirxînin û bibînin ku kî dost û dijmin in…