Rewşa bihar a ereba



Bihar xweş bihar e. lê wisa xuya dike ku bihara Ereban ne tu bihar e. Her tişt li Tunis’ê bi şewitandina xwe ya Muhammed Bouazizi dest pê kir. Ev xortekî ji wan bi hezaran xortên ku zanîngeh qedandibûn, lê betal û bê‘emel bûn. Wî ji bo aborîya malbata xwe bi dîplomaya xwe ya zanîngehê teblewanî dikir û firengî difirotin. Bi gotineke din wî etarî dikir, lê ev kesekî bi rûmet û bixwebawer bû. Dema ku polîsên rejîma Zeynelabîdîn Bin Alî jê re bûn asteng ku firengîyan bifiroşê û tebla wî qulibandin, wî fêdî kir ku dest vala vegere malê û rûyê dayîk û bavê xwe yê xemgîn bibîne. Rûmeta wî hatibû bin pêkirin û wî benzîn bi laşê xwe de kir û xwe şewitand. Erê ev ne çîrokeke ji rêzê bû an jî ne meselok bû. Wî xwe şewitand- her çiqas ji bo ku dînê me xwekuştinê  red bike û em li dijî bin jî- Bouazizî bû sedama bihara Ereban. Laşê wî bû çira û rejîmên Ereban, dîktatorîyên Ereban bûn mîna kadînên tijî pûş û agir bi wan ket. Ew rejîmên ku bi salan bi zilm û zordarîyê li ser gelên Ereban hikim dikirin,yek bi yek herifîn. Pêşî Tunis, piştre jî Misir û piştre jî Libya; niha jî di rêzê de Yemen û Surî hene.

 
Li cihê destpêka bihara Ereban Tunis, bi hilbijartina demokratîk û bi peyamên Gannuşî yên erênî rewşeke baş çêbû û hêvîyên ji bihara ereban jî zêde kirin. Herwiha lihevhatina di navbera partîyan de jî gel bextewar kir. Vê rewşê bala Ewrûpîyan jî kişand û ji bo ku Tunis cihê betlana dewlemendên Ewrûpîya ye jî bêhna wan fireh bû. Planên rojavayî ya li ser Tunis pir ne kûr in. Lêwra petrol û dewlemendîya bin erdê ya Tunis’ê pir nîn in. Tunis cihê ber roj û xwedî deryayeke paqij e. Ji ber vê yekê jî, ji bo Ewrupîyan cihê betlanê û bêhn berdanê ye. Wisa xuya dike ku di nêz de, koalîsyona partîyan wê çêbibe û Tunis bi rêveberîya xwe ya nû û demokratîk şabibe. Yanî Tunisî li hêvîya biharê ne.Eger ev tişt xweş çêbibe dibe ku bibe mînakeke baş ji bo welatên Ereban,yên ku rejîmên wan hatine herifandin û yên ku hin wê werin herifandin.

Misir jî welatekî ji welatên Ereban,yên ku bi rejîma zilm û zordarîyê dihate rêveberin. Meydana Tahrîr bû rojev di cîhanê de û bû sembola serhildanê û li dijî rejîma Ne-Mubarek û textên rejîmên “Rojhilata Navîn” hejandin. Lêwra Misir ne ji Ereban tenê re, lê ji bo dengeya Rojhilata Navîn, kevirekî giran û girîng bû. Ji ber vê yekê jî hesabên Ewrupîyan û Emerîka  li ser Misrê pir kûr bûn. Divê rejîma ku were jî, weke rejîma Ne-Mubarek Israîl biparêze û derîyê sinor ya Xazeyê serbest veneke. Divê biryarên yekîtîya lîga Ereban li dijî Israîl neparêze. Ji ber vê yekê jî bi biryara Emerîka, Ne-Mubarek rejîm radestî leşkerîyê kir.Wisa xuya dike ku Tantavî bi alîkarîya Emerîka û Îsraîl zû bi zû dev ji rêvebirîyê bernade. Eger, ev jî çênebe bihara Ereban ji niha de, ji bo Misrê bûye payîz.

Lîbya jî û Qedafî jî pir li ber xwedan,di dawîyê de bi alîkarîya NATO’yê Qeddafî nîvkuştî radestî milîsên konseya bihurbar bû. Lê ji bo Lîbya’yê jî ev destpêka rê bû. Erê Qeddafî çûbû, lê niha jî dewleteke bê rêbaz,bê makazagon, bê ewlehî, ango bê her tişt li holê ma. Ji ber ku petrol û dewlemendîya Lîbya pir in,hesab û nexşeyên Ewrupîyan jî li ser hene û gelek in .Wisa tê xuya kirin ku bi hebûna gelek qebîleyan damezrandina sîstemeke nû di asoyê de xuya nake. Ev rewş jî te’ma devê Ewrûpîyan û yên ku ji ber petrolê çûyîna Qedafî dixwestin şîrîn dike. Parvebûna Lîbya’yê jî ne durî ‘aqil e.

Yemen bi serhildana gel hate hejandin. Lê bi alîkarîya Emerîka û Saudî Abdullah Salih neçû. Lewra Yemen ji bo Emerîka û Saudî pir girîng e. Rêyên îxracata petrola Erebîstanê di nava Yemen’ê re derbas dibin. Ji alîyê din ve jî hêza El-Qaîde li Yemen’ê pir e. Eger Abdullah Salih bi serhildanê biçûya, rêyên petrolê wê bikevin xeterê û El-qaîda jî wê bêhtir bi hêz bibûya. Ji ber vê yekê Bi rastî Salih bi kontrol dev ji rêvebirîyê berda. Lê hîn jî dewlemendîya Yemen’ê %45 ya bira, alîgir û Salîh bi xwe ye. Bi gotinê de Salih çû, lê naçe. Ji ber vê yekê jî bihar li vir jî bû payîz.

Serhildanê Bahreyn jî hejand. lê ji ber yên ku serhildan Şi’î bûn. Emerîka û Ewrûpa nexwestin di kendavê de Îrana duyem were damezrandin. Ji ber vê yeke jî bi alîkarîya leşkerî ya Saudî û Emerîka ev serhildan hate tefandin. Niha jî tu deng ji Bahreyn nayê.

Esed jî li ber xwe dide û hîn rewş ne diyar e. Rusya niha bi mudaxaleya ku ji derve were kirin ne razî ye. Di vê mijarê de serê Tirkîye jî tevlîhev e. Îran jî piştgirîyê dide Surî, lewra ew dizane ku piştî Surî di dorê de ewn heye. Ji ber vê yekê jî bi dizî û bi rêya Hizbullaha Lubnanê alîkarîya Surî dike. Bi rastî serê Îsraîl jî weke yê Tirkîye tevlîhev e. Lewra sîstema ku were ne diyar e. Gelo wê ji Esed çêtir be an xerabtir. Îsraîl Esed tercîha sîstema nû ya ne dîyar dike. Ew rewş pêşeroja Surî nedîyar dike.

Erê bihara Ereban ev bihar e. Lê rewşa wê pir ne diyar e. Gelo wê demokrasîyê bîne an na. Em hêvî dikin ku bibe sedema xweşîyê û bextewarîyê. Lê bila nebe destpêka zilm û zordarîyeke nû. Tişta ku mirov ditirsîne ev e, eger gel bibêje “xwezî bi rojên Zeynelabidin, Mubarek, Qedafî…” wê çaxê kar qedîyaye û bizanibin ku zivistan bi ser bihara Ereban de hatîye.

Newzat Keskîn   

(Nûçevan)

Nerîna min :