Kultur

Ş-epîlog şano

 

Ş-EPÎLOG

“Xwezî anuha ev gotinên min bihatana nivîsandin!
Xwezî di pirtûkekê de berhev bibûyana!
Bi pênûseke hesinî, bi qurûnê
Li zinaran bihatana kolanê ko her û her bimana.”

Hebûn û tunebûna lîteratura kurdî, Celadet Elî Bedirxan û Ehmedê Xanî, hêmayên xwendin nivîsandina kurdî, di îroka Hesenê Metê Epîlogê de xwe dide der.
Epîlog bi qerfreşiya xwe ji berhem dertê û tê ser sehneyê. Lehengê Epîlogê “Darînê Daryo” bi şa nivîskariyê dikeve û hewl dide xwe ku binîvise. Lê belê her tişt berevajî dibe, li ber xwe dide; a soxî bi ser nakeve û têk diçe.

Di destpêka lîstikê de “Sadûn” li penaberiyê dibe mêvanê birayê xwe û jê dixwaze ku “pirtûkên qelew” binivîse, da ku bi xwe re bîbe welêt. Sadûn naxwaze destvala vegere. Li ber Darîn digere, hêviya malbat û eîr radigihînê û daxwaza pirtûkan jê dike. Darîn, hew dizane çi bike. Edî neçar dimîne û dest davêje karê nivîsandinê. Ji bo nivîskarî û xwendina kurdî pêdivî bi çi hebe dixwaze pêk bîne. Darîn biryara xwe dide û êdî dev ji nivîskariyê berdide!

Darînê Daryo, di gotina xwe ya dawî de li hemberî malbat miletê xwe stûxwar e! Pariyeke vê îrokê parodiya nivîskarî kşeyên kurdî ye. Lehengê lîstikê di lêgerînek têkûyî de îroniya xwendin û nivîsandina kurdî berbiçav dike. Xweziya Darîn di gotina dawî de wisa tê ziman: “Xwezî anuha ev gotinên min bihatina nivîsandin!”

Ş-epîlog
 
——
03, 10, 17, 24
Berfanbar / Şemî
20:00
——
 
Ş-EPÎLOG
 
Derhêner : Baran Demir 
Ji îrokeke :Ji çêrokek ya Hesenê Metê
Dramaturg : Çetoyê Zêdo
Muzîk : Murat Öztürk
Lîstikvan: Deniz Sal, Baran Demir, Aysu ür
Dekor : Dilek Eniş
Kostûm : Yuksel İnce
Ronahî  : Îbrahîm Turgay

Back to top button