Polîtîk

Serokê Kurdistanê pêşwaziya Biden kir

“ Wekî serkirdeyekî bihêz ku şanaziyê bi gelê xwe dike û gelê wî jî şanaziyê pêve dike û herdem pabende bi wan prensîpên ku bawerî pê heye, şanaziyê bi pêwendiya dostaneya xwe ya li gel Serok Barzanî dikim.“ Biden

Joseph Biden Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyên Emerîka û şanda li gel ku ji Balyozê Emerîka li Iraq û Fermandeyê Giştî yê Hêzên wî welatî li Iraqê û hejmarek ji berpirsên Emerîka pêkhatibûn gihîşte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêr ji aliyê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ve bi germî hate pêşwazî kirin.

Paşê bi amadebûna Dr. Berhem Ehmed Saleh Serokê Encûmena Wezîran û Azad Berwarî Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran û Kerîm Şingalî Wezîrê Navxo pêkve rewşa Iraqê guftûgokirin.

Li vê serdana Herêma Kurdistanê de Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka tekez li ser piştevaniya berdewamiya Emerîka ya Iraqa nû kir û ragihand, vekişana hêzên Emerîka li Iraqê ne dawiya hevkarî û piştgîriya Iraqê ye, belku li çarçêweya peymana stratejiya di navbera her du aliyan de berdewam dibin û Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka hevkariya warên cûda cûdayên siyasî û hukimranî û aramî û rahênana artêşa Iraqê dike û piştevaniya pêşketina aramiya siyasî û çareserkirina pirsan û geşepêdana aboriyê dike û peywendiya paşarojê jî li gel Iraqê li ser bingeha hebûna Hikûmetekî hevbendiya rasteqîne û Iraqekî demokratîk û federal de dibê.

Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka gelek bi girîngiyê ve behsa rola Herêma Kurdistanê kir weku pêgehekî aram û geşbûyî, mînakeke pêşketî hêjayî piştevaniya berdewamiya Emerîkaye û pabendiya welatê xwe jî beramber Herêmê dûpat kir.

Her li vê civînê de tekez kirin ku pêwîste piştî vekişana hêzên Emerîka pêwendiyê siyasî û dîblomasiyên di navbera Iraq û Emerîka bi giştî û Herêma Kurdistanê û Emerîka bi taybetî zêdetir pêşbikeve û pêvajoya piştgîriya Emerîka jî ji bo serkeftina ezmûna demokratiya Iraqê da berdewam dibê.

Li vî warî de Cîgirê Serokê Emerîka tekez li wê yekê kir ku raste hêzên Emerîka ji Iraqê vedikêşin lê belê pabendiyên Emerîka sebaret bi Iraq û Herêma Kurdistanê her wekî xwe dimînin.

Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka rola wî welatî jî li yarmetîdana gelên Iraqê ya ji bo rizgarbûna ji rejîma dîktatoriya berê û anîna sîstemekî demokratîk federal de bilind nirxand û ragihand, gelê Kurdistanê teqdîra qurbaniyên artêşa Emerîka dike û bi çavekî pir bi rêz ve temaşa wan qurbanîdanê dike û xweşhaliya xwe jî bi pêdagîriya Cîgirê Serokê Emerîka ya li ser pabendiyên welatê xwe beramber bi Iraq û Herêma Kurdistanê derbirî.

Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka behsa rola hekîmaneya Serok Barzanî ya li pêvajoya siyasiya Iraqê da kir û şanaziya xwe jî bi wê pêwendiya dostayetiya ku li navbera xwe û Serok Barzanî da heye derbirî û ragihand: Wekî serkirdeyekî bihêz ku şanaziyê bi gelê xwe dike û gelê wî jî şanaziyê pê dike û herdem pabende bi wan prensîpên ku bawerî pê heye, şanaziyê bi pêwendiya dostaneya xwe ya li gel Serok Barzanî dikim.

Back to top button