Polîtîk

Wezareta navxwe li dor bûyerên Zaxoyê daxuyanî da

Li dor bûyerên bajarê Zaxoyê berdefkê wezareta navxwe wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û ev li jêr naveroka wê daxuyaniyê bixwîne:

Îro (duhî) 02-12-2011ê piştî nîvro çend kesên qanûnşikên bi çend kiryarekên têkder û dirustkirina aloziyan li nav bajarê Zaxoyê êrîş kir ser çend dukan û cîyên giştî. 

Em, li hikûmeta herêma Kurdistanê û wezareta navxwe, hemû kiryarên neqnûnî şermezar dikin. Li ser fermana birêz serokê herêma Kurdistanê biryar hatiye dan ku ji bona lêkolîn û wergirtina tedbîrên qanûnî  li hember wan kesên bi wan kiryaran rabûyn, komîteyek bê pêkanîn. 

Eger her têbînî û nerazîbûneke li ser her pirsek û bebetekî hebe dikare bi rêya diyalog, danûstandinê û li gor qanûnê bên çareser kirin. Pêwîste hemû alî aramiyê biparizin, em hemû kiryarên şidetê û qanûn şikandinê şermezar dikin,  em rê nadin ku rewşa aramî û serweriya qanûnê li herêma Kurdistanê bin pê dikin bi her bihaneyekê be.

Weke tê zanîn duhî (02-12-2011) piştî nivêja îniyê, bi sedan kes ji mizgefa Reşîd derketin û ketin nav bajarê Zaxoyê û dest bi şewitandina hotêl, dikanên meyfiroşiyê, gazînû û senterê meajê kirin. Li gor hin zaniyariyan îmamê mizgefta Reşîd di xutbeya xwe de behsa senterên mesajê û dikanên meyfiroşiyê û ew heram wesif kirine. 

Back to top button