Partiya Kerên Kurdistanê û hilbijartin
Partiya Kerên Kurdistanê û hilbijartin
Skreterê Partiya Kerên Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku partiya wî dê beşdariyê di hilbijartinên meclisên wîlayetên herêma Kurdistanê de bike.
Omer Kilol skreterê Partiya Kerên Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji malpera Awêne re got:
– Partiya me Partiya Kerêm Kurdistanê di bi lîsteyeke cuda beşdariyê di hilbijartinên meclisên wîlayetên herêma Kurdidstanê de bike.
– Lîsteya med ê bi navê Lîsteya grûpa kerên Gelê Kurdistanê be û ez kandîdê êkane yê lîsteyê me.
Omer Kilol got jî ku wî her ji nuha hemû endamên partiya xwe agadar kirine ku ew dê li jêr dirûşmê (Bese kerê hejar û birsî, tu jî bxebite ji bo kursî, ji tu kes netirsî û ji paşerojê berprisî) beşdariyê di hilbijartinan de bikin.
Sekreterê Partiya Kerên Kurdistanê got ku wan bi tenê yek pirsgirêk heye ku astengiyan ji wan re çêke, ew jî ji bo kampaniyaya hilbijartinê wan pereyên pêwîst be nînin.
Kilol got:
– Eger em beşdariyê di hilbijartina meclisên wêlayetan de bikin, ez dê ji %100 dengan bidest bixim û di hilbijartinan de serbikevim, ji ber ku me zêdetirî deh hezar endaman hene û hijmareke baş ya dost û alîgiran heye.
Partiya kerên Kurdistanê partiyeke başûrê Kurdistanê ye û baregayê wê yê sereke li Silêmaniyê ye.