Kultur
Reşê Şevê bi kurmancî û dimilî derket
Lîstika DestAR-Theatre, a bi navê “Reşê Şevê” bi kurmancî û zazakî di nav weşanên Avesta de derket. Lîstika ku ji aliyê Berfîn Zenderlioğlu û Mîrza Metîn ve hatiyê nivîsandin di 3yê Nîsana 2009an de derketibû ser sehnê û ji wê rojê heta niha 50 carî hate nîşandan. Lîstik bi meteryalên psikolojik û îronîk dixwaze hinekî bala temaşavanan bikşîne ser vê dinya ya ku bi serakatiya nêritiyê ve hatiye dorpêçkirin. “Mîna lîstikekê li jiyanê temaşe nekin!.. Nebin temaşavanên jiyanê!..”
Reşê Şevê / Mêrdeyê Şewê
Berfîn Zenderlioğlu / Mîrza Metîn
Kurmanckî ra Çaryanox: Roşan Roşan Lezgîn
ISBN: 978-605-5585-49-5
19.5×13, 104 sayfa, bi wêne, 10 TL
www.avestakitap.com