Çavsorîya dewleta Sûrîyê û dawîya desthilatdarîya wê
Çavsorîya Dewleta Sûrîyê û dawîya dsthilatdarîya wê
Xelkê, serî Li dijî tahde, zor û koteka dewleta Sûrîye, hilda ye. Ev nêzîkî pêncî salî ye ku desthilatdarîya Sûrîyê, bi metodên kesînedîtî li dijî xelkê Sûrîyê tahdê dikê. Desthilatdarîya ku derhema demokrasîyê ranegirê (Tehamûl nekê) û çel û heşt salan desthilatdarî di destên xwe de hiştibê, peryodek wisa ne normal e. Di her warî de ne normal e. Sîstemek li ser bingeha derewan, bêbextîyan, mahnan, û veşartina xerabîyên desthilatdarîyê ava bûye. Sîstemek wisa, li ser polîtakayek ku bala xelkê ji bêkarîyê, nexweşîyê, jarîyê, ji girtin û kuştinê bidê alî û berbi deverek hîç û pûç de bibê. Di gera çerxa sîstema Sûrîyê de derhema mirovahîyê tune û ji îro pêde jî gerek merev li bendeyî ne mînê.
Hêzên zabanîyên sîstema dewleta kesînedîtî, nema karin wek berê hespên xwe li çayirên xelkê biçêrînin û wek berê hespên xwe li meydanan bibezînin. Xelkê azadîya xwe bi derketina kolanan, bi pirotestokirina tahdeya sîstemê û bedêla canê xwe û xwîna xwe bidest xwe xistîye. Desthilatdarên sîstema Sûrîyê, nema karin vê azadîya ku xelkê bidest xwe xistîye ji wan bistînê. Xelk jî vê azdîya ku çil û heşt salin ji wan hatibû sitandin, bi tu hawayî nema ji dest xwe berdidê. Di her mala xelkên Sûrîyê de, bikêmanî altaxek ku agahîyan di derbara kesên wê malbatê de bigihînê destên ”mixabaratan” danîbûn. Tu kesî di malan de, li kolanan, li her derê bi serê zimên jî ba kesî nikarîbû bêjê sîha Beşar Esed xwar e.
Lê xelkê ev tirs û xofa li ser xwe bi kuştin û girtina xwe û bi xwenîşandana li dijî vê tahdeya nemirovane ji ser xwe rakir. Xelk wek volkanekî ku ji tebaqa maxmayê û bi germaya du sê hezar santîgrad dereceyê bi kelê û di damara man û nemanê de, bi teqandinek gelekî bihêz xwe bigihînê hênkayîyê. Xelkên Sûrîyê, bi bedêla can û malên xwe, xwe nêzîkî azadîyê dikin û heta bigihênê wê berdewam bin. Xelkên ku li dijî vê zulm û barbarîya rejîma malbata Beşar Esed û xal û pêgirên wî, xwe pêşandanan dikin, tu caran nema dîyalogê bi desthilatdarîya Sûrîyê re dikin. Her ku dem diçê, desthilatdarên Sûrîyê bê hêz, neçar û har dibin.
Îro desthilatdarên Sûrîyê, ji bê neçarî hinek dek û dolaban digerînin. Berîya her kesî dixwazin bi kurdan re dîyalogê bikin û li gor dek û dolabên xwe, wan bixapînin. Rejîm, di hundurê Sûrîyê de, bi sê gurûpên xelkê re dixwazin rûnin.Kurd, Kiristîyan û Durzî. Her dan û sitandina rejîma Sûrîyê bi mirovan re, li ser bingeha derew û xapandinê pêk tê. Bila kes ne li bendeya ku wê, ev dîktator zera qencîyê bikin. Ew, hînî qencîyê nebûnin. Qencî û dana mafan ji bo mirovan, ji wan gelekî dûr e. Her kes, her partîyên kurdan û opozîsyona erban divê ku li hilweşandina desthilatdarîyê bikolin û bixînin. Wan bigirin û berdestî dadgehê bikin. Sîstemek wek a partîya Baas, dijminê her mirovî ye. Kurd bi daxwazên xwe, berbi opozîsyona ereban ve herin çêtir e ku berbi dîktatoran ve herin. Derfetek pêde bûye û divê kurd vê derfetê li gor berjewndîya xwe bikar bînin.
Rejîma Sûrîyê, dek û dolabên xwe birin ber sînorê Îsraîlê, Lubnanê û Urdunê jî. Dixwazê, bi pêwana hevalbendên xwe, tevlihevîyekê li van welatan jî bikê. Lê teşqeleyên Sûrîyê her ku diçê li wê dibin bele û barê wê girantir û wê çavsortir dikê. Rêya wê jî wek her rejîma dîktatorî, rûxandina wê ye. Ne tenê rûxandin, ya wê birevin, ya wê bên girtin û ya wê bên kuştin. Çavsorîya desthilatdarîya Sûrîyê, wê serê wê buxê û dawîya wê jî wê bînê.
2011 05 16
Felemez Akad
_______________________________________________________________