Opozîsyona Sûryeyê diyalog bi desthilatê re ret kir
Opozîsyona Sûryeyê diyaloga “lihevhatina netewî” ,ku serokê Sûryeyê Beşar Alased pêşniyaz kiribû , ret dike .Di vê derbareyê de opozîsyona Sûryeyê beyannameyek belav kir û têde dibêje: “Diyalog ne mumkine hetanî ku, desthilat kuştin û çewisandina welatiyan nerawestîne”.
Li gor Dengê Rusiyayê, opozîsyon dozê li rêjîmê dike ku, dorpêçana bajarên bûne navenda serhildanê betal bike û girtiyên siyasî û yên di encamê xwepêşandanan de hatine girtin bilez serbest berde .
Komîteya serhildanê wisa jî tekiz dike ku, dê xwepêşandanên aştiyane li dijî rêjîma Sûryeyê berdewam bin.
Weke tê zanîn ji 15 adarê ve xwepêşandanên gelêrî li Sûryeyê berdewam in . Li gora zanyariyên mafparêzan heta nuha, ji sedemê şideta leşker û emina sûrî li dijî xwepêşandanan bikartîne, bi kêmanî 800 mirovî jiyana xwe ji destdane