Elî: Bikaranîna internet, Facebook û twiter helel e.

Kamil Hecî Elî wezîrê ewqaf û karûbarên olî yê hikûmet aherêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bo rojnameya War behsa bikaranîna internet, Facebook û twiter şeriye û helel e. Wezîrê karûbarên olî diblje:

– Bikaranîna internet, Facebook û twiter tiştekî şeriî û helal e û tu gunehek tê nîne. Lê rêyên bikaranîna wan diyar dikin ka guneh e Yn na.

– Yên ku nahêlin bi hêceta guneh û heramiyê, internet li amala wan hebe, ew neheqiyê li xwe û malbata xwe dikin. Internet û bi taybetî  Facebook û twiter îro weke pêbvîtiyekê ne û xelkî hioşiyar dikin û çavên wan vekirîtir dikin. Nabe kes xwe ji pêşkeftina teknolojiyayê bê par bike, lê pêdviye her kes xwe digel vê pêşkeftinê biguncîne.

Kamil Hecî Elî wezîrê ewqaf û karûbarên olî yê hikûmet aherêma Kurdistanê her wesa di daxuyaniya xwe de behsa pêkvejiyana olan li herêma Kurdistanê kir û bi taybetê behsa bajarê Duhokê kir û got:

– Li Kurdistanê 4570 mizgefet hene ku 421 ji wan li wîalyeta Duhokê ne. 88 dêrên mesîhiyan û 325 mezargehên êzidiyan hene. Ka çawa budce ji bo migeftan heye, bi eynê awayê budceya dêr û mezargehên êzidiyan jê re heye û hikûmet tu ferqîyê di navbera wan de nake.

Nêrînek

  1. Wey bavo hêja Elî negota “helal” me dê chi bikira? Gelek sipas Kak Elî ku te eqil da me.\r\n\r\nTu nebayî me nizanibû chi helal e, chi heram e. Tu nebayî me nizanibû bigota “rojbash mejî”. Tu nebî em ê nikaribin bijîn. Xwedê te ji me kêm neke.\r\n\r\nHêja Elî û eqildarên wiha nebin, Kurdistana Azad nikare riya xwe bibîne, dê di tariyê de serê xwe li kendalan bixîne, mejiyê xwe bixe xetereyê.\r\n\r\nHeger ez rojnamevanek Bashûrî bam, min ev nûche wisa nedida. Elî heqaret li sedsala 21emîn, hewaret li mejîyê Kurdan kiriye.\r\n\r\nHeger li Ewropa ba, hêja Elî derdixistin bernameyên pêkenînê. Heger li Ewropa ba, nûcheyên wiha di kovarên pêkenînê de dihatin weshandin.\r\n\r\nAx Kurdistana Azad axx.. Tu xwe dewlemend dikî, lê mejiyê xwe didî destên kevneperestiyê.

Nerîna min :