Polîtîk

Gavek girîng di derbarê Bedirxaniyan de

Roja şemiyê li Hewlêra paytext civînek li ser pêkanina Ansîklopedîa Bedirxaniyan pêkhat. Civîn bi hevkariya Dezgehê Bedirxaniyan û Enstituya Frensî(Konsolusxaneya Frensi) hat amade kirin. Gelek rewşenbîr û kesên di derbarê Bedirxaniyan de pispor û mamusteyên Zango di civînê de amade bibûn. Armanc ew bû ku di derbarê Badirxaniyande hemû nivîs, belge û zanyariyên heyî li nawendekî kom bibin û ji vê nawendê Ansîklopediya Bedirxaniyan bête amadekirin.

Di civînê konsulusê Fransa  amade bû. Herweha ya herî balkêş kesayetek bi navê Ahmet Kardan ji Tirkiye Amade bibû . Kardan axavtinek kir  axaftina wî balkêş bû. Piştî temenê 50 salî Kardan ji nûvê zaniye ku ew ne Tirke, ew kurde û ji malbata Bedirxaniyane. ji xwe Kardan ew taybetmendiya xwe di cihde daye pêş û li ser nasnama xwe û herweha li ser Badirxaniya lêkolînek kiriye. Ew lêkolîna xwe kiriye pirtuk.

Em bêjin ku me Bedirxaniyek din dît û ew wek Bedirxaniyekî dixwazê berpirsiyara xwe pêkbîne. Herweha Mîreka me Sînemxan Bedirxan di dawiya civînê de axftinek kir spasiya amadevanan kir . Sînemxan wek her carî çelak bû, devlikên bû, yek bi yek amadevananre eleqeder dibû. Di derbarê civînê de û xebata li ser amadebûna Ansîklopedîa Bedirxaniyan de zanyariyên berfireh di malpera Rojevakurd de bêne belav kirin.

Back to top button