Helwestek di nav TDŞK de
Wek tî zanîn Tevgera Şoreşgerên Demokrat a Kurd jî pişgiriya xwe ji bo Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê ragihandibû. Lê vê helwesta Tevgera Şoreşgerên Demokrat a Kurd di nav wan de nerihetiyek pêyda kir û beşek kesayetên naskirî yên di nav Tevgera Şoreşgerên Demokrat a Kurd de cîg digrin , daxuyaniyek ji bo raya giştî ragihandin.
Di daxuyaniyê de dêbêjin ku; PKK bi zanebûn ji bo berxwedana tevgera kurd li Bakur bişkîne,li dijê partiyî û rêxistinên din yên kurdan şîdet karaniye. Daxuyanî behsa êrîşên PKK-ê li ser rêxistinên kurdan dike û dibêje; Dixweyê di van hilbijartinan de mil dane milê Kemalistan û bi hevrê rêve diçin.
Daxuyanî bi vî awayî berdewam dike: Tevgera PKK-ê ji derî xwe kesekî din qebûl nake. Lê di dema hilbijartinan de di cih de behsa yekitiya kurdan kirin.Gelo em hatine guhertin yan jî PKK-BDP hatiye guhertin.
Demek bû birêz Çerefettin Elçî dixwest ku partî û rêxistinên kurdan ji derî PKK-BDP-ê werin bahev û platformekî avabikin. Lê mixabin Elçî bi daxwaziya ku bibe parlementer ev daxwaziya xwe ji holê rakir. Helwesta Elçî karê BDP-ê hesanî kir. Elçî dixwaze bide xuyakirin ku yekitiya kurdan pêkhatiye. Lê di rastiya xwe de ev helwest bûye sedemê nexweşî û ji hevketina KADEP, HAKPAR û Tevgea Şoreşgerên Demokrat a Kurd.
Di Encam de em bawer dikin ku, pêkanîna desturek nûjen û sivîl dê rê li demokratbûna Tirkiye veke û zemînekî ji bo xebata ku kurd tekoşînê ji bo mafên xwe yên netewî û demokratîk bikin peyda bike. Divê her kurdek bikaribe bi îrada xwe ya azad dengê xwe kar bîne û kesek îpotekê daneynê li ser îrada azad.
16/05/2011
Adnan ÖZBİNGÖL
Berdevkê TDŞK
Mehmet Şah
Ahmet Mirzabeyoğlu
Şerif Karakurt
Suleyman Damar
Nejdet Gundem
Murat Kurcan
Metin Toprak
Ramazan gülerce
Ramazan Bulut
Husamettin acar
Muzaffer Kızıl
Murat Karakurt
Faruk Şanlı
M.Emin Eren
Cengiz Gungor
Armanç Jiyan
Fahri Pamukçu
Mahir Telek
Mahmut Mert
Tahir Balsatar
İzzet Kandemir
İsmail welat Aktaş
Hanifi Piranıj
Atilla Ari
Celal Kandemir
Mehmet Bilal
Hayrullah Atabey
Fahri Saraçoğlu
Cesim Turköz
Yemlixan Özkan
Bahattin Ayaz