Reorganîzekirina stukturê wezareta navxwe
Îro di bin serokatiya Kerîm Şingalî wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê de civata wezareta navxwe civiya û hilmareke biryarên girin li do yekxistina saziyên wezaretê derxistin.
Civîn bi beşdariya her du cîgirên wezîr, her sê waliyên herêma Kurdistanê, şîretkar û rêveberên giştî li dêîwana wezaretê hat saz kirin û di civînê de ve biryarên li jêr desrxistin:
1- Reorganîzekirina stukturê wezaretê li gor qanûna wezareta navxwe a jimare şeş li sala 2009ê û yekirina tevaya rêveberî û saziyên ser bi wezaretê ve weke; regezname, çalakiyên medenî, polîs, neft û rêveberiyên şopandina şideta li hemaber jinan…û htd, yekbigirin.
2- Kar li gor rênîşander û şîretên beşê darayê bê kirin û di warê xizmet, nisbe, karûbarên darayî, polîs de rêxistî bin.
3- Damezrandin li gor mîlak be.
4- Reorganîzekirina strukturê wîlayetan.
5- Ji nuha û pê ve nabe şihadeya polîsan ji diplomaya lîseyê kêtir be.
6- Neqilkirina polîs û efserên derecedar heta derceya raîd di nevbera rêveberiyên giştiyên wezaretê de ji dsthilata rêvebriyên giştî be.
7- Nabe ji derveyî dewama fermî otomobîlên hikûmetê bên bikae anîn, het eger ji bo karê wezaretê jî be divê sînordar be.
Herwesa di civînê de behsa hilbijartinên parlamentoya Îraqê ku biryare di heftê meha adara îsal de bên kirin hat kirin û ji bo parastina aramiyê û lokalên dengdanê pilanek hat danan.