Polîtîk

Hukumetê gavek girîng avêt: Protkola Emasya hedî tuneye

Enqere – Protokola EMASYA hate rakirin. Prtokola bi nave EMASYA protokoleke ku sala 1997-ê di dema serokwezeretiya Bulent Ecevît de, di navbera  wezareta navxwe û serokfermandariya leşkerî de hatiye îmze kirin. Li gora vê protokolê, di herêmekî de dema bûyerek çêbibe bi hemi  awayî selahiyet dikeve di destê fermandarê lêşkerî di wê herêmê de. Walî  yan jî qeymeqam dê di bin fermandariya fermandarek leşkerîde be. Herweha dê polis jî di bin fermandariya leşkeran de bin. Li gora vê gelek caran leşker dikarin bê ku agahdariyekî bidin berpirsiyarên sivîl bikevin nava bajaran yan jî tişta bixwazin bikin.

Ev protokol wek îdareyek leşkerî weşartî dihat nirxandin. Ji berî çen rojekî serokwezîrê Tirkiye Erdogan eşkere kiribû ku, ewê peotokola EMASYA biguherin yan jî ji hole rakin. Îro wezîrê navxwe Beşîr Atalay bi daxûyaniyekî eşkere kir ku, protokola Emasya ji hole rabûye û hêdî tu hukmê vê protokolê tuneye.

Back to top button