Sermayedarên Şernexê li Duhokê ne
Ji bo xurtikrina bazriganîyê dinêvbera Tirkiyê û parêzgeha Duhokê da û dîtna rewşa bazarê Kurdistanê li roja 02.02.2010ê şandekê Odeya bazriganî û pîşesazî ya Şernexê ji welatê Tirkiyeyê sera Odeya bazriganî û pîşesazî ya Duhokê da û jibal serok û endamên Odeyê ve hatine pêşwazîkirin.
Di dîdarekê da Eyad Hesen serokê Odeya bazriganî û pîşesazî ya Duhokê rewşa berhemînanê li Kurdistanê bi giştî û li parêzgeha Duhokê bi taybetî ji şandê mêvan ra aşkera kir û xiwast ku sermayedarên Şernexê jî pişkidarîyê di avedankirn û pirojeyên çandin û tûrîzmê da biken, her wesa behsê pêşangehaDuhokê ya navnetewî hat kirin û ji kompanîyên Şernexê xwast ku berdewam têda pişkidarbin.
Osman Gêliş serokê Odeya bazriganî û pîşesazî ya Şernexê ji alîyê xwe ve sipasya Odeya bazriganî û pîşesazî ya Duhokê kir û got: Niha rewş ber bi bazriganya nêvdewletî ve diçe û çewan em kel û pelan ji were dişînîn husa em dişên kel û pelan ji Kurdistanê jî bibeyn alîyê Tirkiyeyê.”
Serokê Odeya bazriganî û pîşesazî ya Şernexê got ku ew dê kompanîyên bajarê Şernexê teşwîq bikin daku beşdarîyê di pêşangeha Duhokê a navdewletî d bikin.