Federasyon an jî otonomî çareseriyên maqûl in
Rojnamevana Taraf’ê Amberin Zaman, bi hunermendê navdar yê kurd Ciwan Haco re li Basel a bajarê Swîsreyê beriya konserek wî pê re hevpeyvînek çêkir. Hevpeyvîna ku bi îngilizî hatî çêkirin û di rojnameya Taraf’ê de hatî weşandin, me ji bo xwendevanan wergerand kurdî:
Hûn vebûna kurd ya AKPê çawa dinirxînin? Li gor we piştî konsera we ya Batmanê a sala 2003an, pêşveçûnên erênî qewimîn?
– Belê hetmen, lê ne bes in. Tenê bi vekirina TRT Şeş’ê naqede. Lê, li gor min hem AKP û hem jî Tayyip Erdoğan bi dilsozî dixwazin vê meselê çareser bikin. Li hêla din, hin alî jî hene ku ji şer bêslî dibin. Ew kes aşitiyê naxwazin. A rastî, heger dewleta tirk aşitiyê bixwaze, wê qet jî ne zehmet be. Gelê kurd, ji xwîn û fîşarê bêzar bûye. Herdu alî jî bêzar bûne. Herkes aşitî, evîn û azadiyê dixwaze.
Ango hûn dibêjin, di navbera hikûmet û dewletê de ferq heye?
– Helbet heye, hûn jî vê yekê dizanin.
Baş e, divê çi bê kirin? Formûl çi ye?
– Di serî de divê realîteya PKKê bê pejirandin. Divê bi PKKê re li ser maseyekê rûnin. PKK, perçeyek gelê kurd e. Çareseriyên ku gelê kurd nedin ber çav, ne çareserî ne. Li Tirkiyeyê 20 milyon kurd hene. Divê daxwazên kurdan li ber çav bên girtin. Êdî polîtîqayên asîmîlasyonê nameşin. Li gor min, çareseriya herî maqûl federasyon an jî otonomî ye. Kes êdî qala serxwebûnê nake. Kurd, dixwazin bi tirkan re bijîn. Ne tenê kurdên Tirkiyeyê, herweha yên Îraq û Sûriyeyê jî. Ji ber ku ew jî bi sedsalan wek perçeyek Împaratoriya Osmanî jiyan. Berê xwe her dan tirkan, nedan ereban.
Ji bo beşek gelê kurd dibe ku tiştên hûn dibêjin rast bin. Lê rayagiştî ya tirk bi tu awayî napejirîne ku bi PKKê, an jî bi Öcalan re bê rûniştin. Ew dewleta ku hûn qala wê dikin, ew jî napejîrîne. Ji bo hikûmetê jî tişteke weha întixareke siyasî ye…
– Demekê li ser heman maseyî rûniştina Yaser Arafat û îsraîliyan jî ji bo însanan wek xeyal bû. Temam, bila ne bi PKKê re, bi DTPê re rûnin; lê DTP jî girtin. Pêşveçûnên demên dawî, dibe sedem ku dilsoziya AKPê bê guftûgokirin.
Îlle federasyon an jî otonomî pêwîst e gelo? Heger Tirkiye bibe endamê yekîtiya ewrûpayê û demokrasiya wê ya pêşketî wê nikaribe daxwazên kurd û tirkan pêşwazî bike?
– Belê, çima na? Tirkiyeyek endamê Yekîtiya Ewrûpayê bi rastî jî wê têkûz be. Tenê bila herkes azad be.
Gelo wek hunermend berpirsiyarî nakeve ser milên we jî? Nexasim di van rojên dawî yên vekişiyayî de tiştên ku hûn bibêjin wê nikaribe tansiyonê daxîne jêr?
– Dibe helbet. Ez li ser navê xwe dikarim bêjim, çi pêwîst be amade me. Ez amade li Tirkiyeyê bi hunermêendên tirk re derkevim ser sehnê û peyamên biratî û aşitiyê bidim. Li vê derê bang li Sezen Aksu dikim. Bila bê, em bi hevre li Diyarbekir, li Stembolê bi hevre bisitirin. Tabî îlle ne pêwîst e bi Sezen Aksu re be. Ez dikarim bi çerkezan re, bi ermeniyan re, bi herkesî re bisitirim. Bi her zimanî bisitirim. Tenê bila dirûst bin û Ciwan Hacoyê rastîn bipejirînin. Ev şereke ku sedsale didome, divê êdî dawî lê bê.
Baş e, hûnê derketana TRT Şeş’ê?
– Heger min vexwînin, bi kêfxweşî dikarim derkevim. Heger feydeyek wê ji bo aşitiyê hebe, çima dernekevim? Lê, gelo ew min dixwazin?
Em bêjin tu vexwendin, lê ji te re gotin, ’wan stranên xwe yê naveroka wan radîkal nesitire’, wê demê jî tu yê derketana?
– Binêrin heger feydeya wê ji bo aşitiyê hebe, ezê derkevim. Di xortaniya xwe de xwîna min jî dikeliya. Min stranên pir radîkal digotin. Min di stranên xwe de cîh dida zilma ku kurdan didît. Kurd, mafên xwe dixwazin û divê her bixwazin jî. Lê rêya vê yekê ne şer û ne çek e. Ez 52 salî me. Piştî ku ez bûm bav, min baştir fêmkir ku wendakirina zarokan tê çi wateyê. Vêga du qîzê min hene. Lorîn 10 salî ye. A din Roza ew jî 8 salî ye. Ewan nêrîna min a jiyanê bi tevahî guherandin.
Qîzên te bi kurdî dizanin?
-Dayîka wan Îzlandî ye, lê bi awayek herikbar bi kurdî diaxifin. Min kurdî fêrî wan kir. Heger merc vêga cuda bûna, min dixwest bi malbata xwe re li Stembolê bicîhbibim. Stembol, bajareke têkûz e. Ez di jiyana xwe ya rojane de araqê venaxwim. Lê min dixwest li Boğaz’ê araq û masî bixwim. Wê pir xweşa min biçûna. Herçiqas em mecbûr man ku biterikînin jî, Tirkiye axa bapîrên min e. Hîn li gundê Mêrdînê mala me heye. Li hêla din, tirk jî bûn kurd.
Çawa yanî?
– Herhalde rik û serhişkiya xwe ji me girtine.
Wê pirseke klasîk be, lê ez ji te bipirsim; tu li Tirkiyeyê kîjan hunermendan diecibînî?
– Pir hunermend hene, lê li gor haletîruhiya min tên guhertin. Heger pêwîst be navan bidim, ez Cem Karaca û Arif Sağ diecibînim. Hülya Avşar jî heye, ez pir heyrana wê me. Min du caran derxist bernameyên xwe. Jineke mêrxas û dirûst e.
Karîyera we ya muzîkê çawa dimeşe?
Piştî albûma min a bi navê ‘Off’, ku di sala 2006an de derket; min zêdetir giranî da konseran. Lê vêga hazirî dikim ku albumeke nû derxînim. Em binêrin ka wê çi biqewime.
Firotina wan?
– Qet wê pirsê nekin. Înternetê hetka me bir. Lê em çi bikin. Ew jî realîteyeke.
Konsera we ya Batmanê di karîyerê we de noqteya herî bilind e, hûn jî wusa dibînin gelo?
– Belê wusa ye. Ji bo min tecrûbeyeke nayê jibîrkirin e. Ew şansê her hunermendê nîne ku 200 hezar kesan bicivînin û ji wan re bisitirin. Tişteke wusa di jiyanê de tenê carek diqewime. Ez zilameke pir bi bextewar im.
Rizgarî Online/Yado Ciwan
Çavkanî/Amberin Zaman/Taraf